Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zîndan Yenî di Îlona 2021an de di şerê ku li bejahiya Kolana Pirejmana Navçeya Dîcleyê ya Amedê derketibû de miribû. Cinazeya Yeniyî piştî 8 mehan di bîdonê lekî de radestî bavê wî Hasan Yenî hatiye kirin.
Cinaze di 23ê Gulanê de radestî malbatê kirine û “belgeya mûayeneya miriyan” nedane.
Menîce Yenî, dayîka Zindan ji Ajansa Mezopotamyayê bi Mehmet Guneşî re axiviye û gotiye ku ew mirina kurê xwe ji leşkerên ku di 9ê Çiriya Paşiya sala borî de bi telefonê li wan geriyane hîn bûye.
“Gotin sedema mirinê diyar nîne”
Menîce Yeniyê diyar kiriye ku ji bo cenaze bigirin wan serî li Serdozgeriya Komarî ya Dîcleyê dane û dozgeriyê ew şandine Serdozgeriya Komarî ya Amedê û weha gotiye:
“Ji bo teşxîskirina cenazeyê xwîn ji wan negirtine û dozger ji me re got, 'sedema mirina wî nediyar e' û ji ber vê wê cenaze bişînin Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî diyar bibe cenaze yê kê ye dê wê çaxê bide. Yanî piştî çend mehan cenaze dan. Beriya bê dayîn me gelek caran serlêdan kirin, lê tu tişt bi dest me neket."
Yeniyê bilêv kiriye ku herî dawî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dane û gotiye: "Lê dozgeriyê daxwaza ÎHDê jî qebûl nekir."
“Dibe ku bi çekên kîmyewî hatibe kuştin”
Yeniyê diyar kiriye ku paşê ji wan re hatiye gotin ji otopsiyê cenazeyê kurê wê şandine ATKa Stenbolê û ji ber vê hevjînê wê Hasan Yenî çûye Stenbolê û gotiye: "Gotibûn cenaze li Stenbolê ye, lê dê tu agahiyê nedin. Piştî vê ez jî çûm Serdozgeriya Komarî ya Pîranê. Ji min re gotin hê encam ne diyar e. Min jî bertek nîşanî dozger da û got, 'Kurê min bi keviran an jî daran nehatiye kuştin. Bi kîmyasalê hatiye kuştin.' Piştî vê jî dozger got, êdî hewce nake hûn werin cem min, gava tiştek diyar bibe ez ê li we bigerim. Lê roj di ser re derbas bûn tu tişt nehat gotin. Vê carê jî min telefonî dozgeriyê kir û cardin tiştek ji min re negotin. Lê min bi israr telefon kir. Tew ji min re gotin, 'Tu çima ev qasî me nerihet dikî. Ger tu wisa bikî em ê giliyê te bikin.' Min jî got heya cenazeyê kurê xwe wernegirim ez ê we nerihet bikim û min got, 'Neynûkek wî jî mabe ez ê xwedî lê derkevim.”
"Tenê hiştin em çar kes biçin. 20 wesayîtên polîsên sivîl, 2 wesayîtên zirxî û 3 wesayîtên binçavkirin em dişopandin. Bi ser de jî qereqola gundê me Başnikê jî tim telefonî hevjînê min dikirin û digot, 'cenaze neynin gund.' Hê me cenaze wernegirtibû ev qasî bi ser me de dihatin. Gava em çûn ATKê, cenazeyê kurê min di hundirê qutiyekê de dan bavê wî. Wê kêliyê ji ber ku min dirûşmeya 'şehîd namirin' berz kir, polîsan dora min dorpêç kirin û devê min girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî heya qereqola Başnikê em şopandin. Paşê qereqola eskeran li têketina gundê Dersinê pêşiya me girt."
Di 10ê Nîsana 2020î de cenazeyê Agît Îpek ê PKKyî jî bi kargoyê şandibûn ji malbata wî re. Agît Îpek di 23yê Gulana 2017an de li Girê Xelasor ê Dersimê di şer de can dabû.(RT/AY)