Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Karkerên Berhevkirina Bermayiyan piştî ku di şeva 11ê Hezîranê de li ser rêya E5ê di qezayeke trafîkê de zarokekî 15 salî jiyana xwe ji dest da, ji bo pêşîgirtina li agahiyên nezelal in yên di medyayên curbecur û bi taybet medyaya civakî de daxuyaniyek daye çapemeniyê.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî gotinên nijadperest ên li ser medyaya civakî hatiye belavkirin yên weke zarok ji aliyê koçberên Afganî ve hatiye kuştin, li depoyên kaxizan yên di şeva Yekşema 12ê Hezîranê de hatibû xerakirin, îro hatiye lidarxistin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Stenbolê Musa Pîroglu û Zuleyha Gulûmê jî piştgirî dane karkeran.
Sait Akinciyê ku dikana wî hat xerakirin jî wiha got: "Ev mesele ne meseleya Afganîstan û Sûriyeyê ye. Bi rastî ev meseleya 'Em kurdan naxwazin' e. Di destê wan de amûrên sûc hebû û gotin 'welat nayê parçekirin' û dikanên me şewitandin. Em çar roj in ji bo nemirin hewl didin.”
“Ez bang li Walîtiya Stenbolê û Wezareta Navxweyî dikim, ger tiştek were serê yekî ji me piştî wê saetê tiştek bê kirin jî bê wateye.”
Karkerê ku rastî êrîşê hat weha got, “Beriya bûyerê polîs li vir kom bûn, me jê pirsî ‘Çi bûye xêre’. Gotin me agahî stendine. Me jî fikir kir ku ji bo ewlehiya me liv ir in. Lê piştî ku polîs çûn êrîşê dest pê kir."
Endama Meclisa Ataşehîrê Tûgba Donmezê jî got, "Ji ber nîqaşên nîjadperestî yên li ser medyaya civakî ji aliyê komeke taybet ve hat kirin, hat xwestin ku sûc pêşî li Afganiyan û piştre jî li karkerên Kurd bê girtin. Zarokekî ji Amedê ji milê xwe ve hate birîn. "
Serokê Komeleya Karkerên Berhevkirina Bermayîyan Alî Mendîlîoglu jî wiha got:
"Her wiha em dizanin ku ev pirsgirêk bi axaftinên hêsan nayê çareserkirin, mîna ku koçber bibin sedema zêdebûna xizaniyê. Bûyerên li Yenîsahrayê mînakek zelal e ku nîqaşên bi vî rengî dikarin encamên cidî derxînin holê."
“Berpirsiyarên bûyerê ne koçber in”
Di dawiyê de Mendillîoglu weha pêde çû:
"Di derbarê pirsgirêka koçberan a li Tirkiyeyê de em dixwazin bi kurtasî van tiştan bînin ziman. Me ev pirsgirêk çênekir. Her wiha bi afirandina gotinên wek sedema xizaniyê koçber in ev pirsgirêk bi axaftinên weha hêsan nayê çareserkirin.Yenîsahra mînakeke zelal e ku axaftinên bi vî rengî dibe sedema encamên giran, divê çareserî ne dijminatî û hedefgirtina kesekî be.
"Weke duh em ê ji niha û pê ve jî li Yenîsahra û hemû taxan bi biratî jiyana xwe bidomînin. Em dixwazin her kes bizane ku bi vê yekitî û hevgirtinê re ne bi feqîran re em ê têkoşîna xwe ya li dijî xizaniyê mezin bikin."
Geri Dönüşüm İşçileri Derneği Başkanı Ali Mendillioğlu: “Büyüyen yoksulluğun nedeni göçmenlermiş gibi kolaycı söylemler üreterek bu sorunun çözülmeyeceğinin de farkındayız. Yenisahra’da yaşananlar bu tür söylemlerin nasıl ağır sonuçlara yol açabileceğinin canlı bir örneğidir.” pic.twitter.com/cnyg4zOP2A
— Tuğçe Yılmaz (@tucyil) June 14, 2022
lêpirsîn berdewam dike
Li gorî agahiyên ku ji karkeran hatin girtin, beriya daxuyaniya çapemeniyê Walîtiya Stenbolê bi rêya telefonê ji bo rastbînî wan spasiya karkerên berhevkirinê kiriye.
Walîtiyê du rojan berî niha (12ê Hezîranê) ragihandibû, ku yek ji 2 kesên ku dihate texmînkirin bûne sedema qezaya trafîkê û hatibû desteserkirin, jê yek hatiye girtin.
Lêpirsîna ku derbarê mijarê de hatibû destpêkirin hê didome.
(TY/AO/AY)