Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçî birîbû. Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn dane.
Piştî ku 13em Dadgeha Stenbolê biryara xwe ya bi sedem eşkere kiriye, parêzerên 7 kesên ji ber Geziyê ceza stendîbû weke şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane, di daxwaznameyên xwe de diyar kirine ku mafên muwekîlên wan ên li gorî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tên parastin. hatine binpêkirin.
Parêzeran binpêkirinên mafên muwekîlên xwe yên azadî, ewlekariya şexsî, azadiya derbirrînê û belavkirinê wê, mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan, parêzbendiya kesî û astengkirina azadiyê ji bilî hincetên ku di xalên têkildar ên qanûnê de hatine diyarkirin, rêzkirine.
Di serlêdana Osman Kavala de parêzeran diyar kirine ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Osman Kavala de nehatiye bicihanîn. Diyar kirine ku mafê Kavala yê darizandina adil hatiye binpêkirin.
Parêzeran di serlêdana xwe de cih daye Serokê 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê Akîn Gûrlek jî ku îtîraza biryara girtinê qebûl nekiribû.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
(HA/AY)