Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê(PE) ji bo Aysel Tûglûk azad bibe bang kirine. 455 roj berê niha ji bo Tûglûkê teşhîşa nexweşiya demansê hatibû kirin û di gel ku rapora “nabe di girtîgehê de bimine” hebe jî hê li Girtîgeha Kandirayê ye.
Parlamenter Anne-Sophie Pelletier, Clare Daly, Helmut Scholz, Leila Chaibi, Manu Pineda, Mick Wallace, Miguel Urban Crespo, Ozlem Alev Demîrel û Sira Rego piştgirî dane kampanyaya ku ji 54 welatan 6 hezar jin ji meha Çile û vir ve dimeşînin ku daxwaza azadiya Aysel Tûglûk dikin û xwestine demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan û ji bo dermankirina wan şert û mercên guncan bên afirandin.
Daxuyaniya 9 parlamenteran wiha ye:
“Aysel Tûglûk jin, parêzer, siyasetmedar û parêzvana mafên mirovan a Kurd e. Ew yek ji 1600 girtiyên nexweş e. Demeke kin beriya destpêkirina pandemiyê, nexweşiya demansê li Ayselê hat dîtin. Tê gotin ku nexweşiya ku li wê derketiye ne li gor salê wê guncawe ku bi vê nexweşiyê bikeve û ji ber tiştên ku di dema cinazeya dayika wê de qewimîye ye.”
“Ji 54 welatan û herêmên cûda yên Tirkiyeyê ji 6 hezarî zêdetir jin ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û Aysel Tûglûkê hatine gel hev. Di heman demê de ji meha Kanûna Paşiyê pê ve kampanyaya bi navê “Azadî ji bo Aysel Tûglûkê” birêve dibin.”
"Em weke endamên Parlamentoya Ewropayê jî piştgiriyê didin vê kampanyayê. Daxwaza me ya hevpar ew e ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û ji bo dermankirina wan şert û mercên guncan bên afirandin."
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (EMK/AY)