Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) giliyê Recep Tayyîp Erdogan,Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê kiriye. Erdogan di axavtinekî xwe de ji bo tevahî kesên ku beşdarî çalakiyên Geziyê bûne, gotibû “qehpe”.
Meclîsa Jinan a HDPê, endamên Platforma Jinan a Enqereyê û parlamenterên HDPê serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dane û bi tohmetê ku “heqaret kiriye” “Bi aşkerayî sûc dide kirin” , “Gel li dijî hev sor dike” û “Peywîra xwe bi nebaşî bikaraniye” giliyê Erdogan kirine û xwestine bê darizandin.
Jinan di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku Erdogan di axaftina xwe de ‘rêgeza wekheviyê’ û “qedexeya cihekariyê” binpêkiriye.
Çi bûbû?
Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Erdogan ji bo welatiyên beşdarî çalakiyên Geziyê bûne peyvên weke "xirabî" û "qehpe" bikar anîbû. Ji ber vê yekê partiyên mixalefetê bertek nîşan dabû.
Parlamentera CHPê Sevda Erdan Kiliç û Parlamentera TÎPê Sera Kadigil û Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gulluyê jî giliyê Erdoganî kiribûn.(EMK/AY)