Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Hunermendan a Çukurovayê têkildarî lîstika bi kurdî ya “Tartuffe” ya Şanoya Bajar a Amedê ku li Edene û Mêrsînê hatibû qedexekirin, daxuyanî daye.
Daxuyanî li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê hatiye dayîn û pankartên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatine vekirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEPê Sedat Başkavak, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDPê, TUAY-DER, AKKAY-DER, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûne. Hunermend Cejna Sarûhan li ser navê platformê axivîye.
Sarûhan bertek nîşanî qedexeyan daye û wiha gotiye: “Gel; bi dîrok, çand û zimanê xwe hene. Hebûn û domdariya wan girêdayî vê ye. Hemû polîtîkayên înkar û pişaftinê, raste rast hebûna wî gelî hedef digire. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha gel, çand û baweriyên cuda hatine înkarkirin û ji bo tunekirina wan jî polîtîkayên taybet hatine meşandin. Her çend ku bi demê re hikûmet guherîbin jî, lê belê ev sepanên li dijî gelê kurd û gelên din her tim berdewam kirin. Derfet û bingeha parastina hebûn û çanda xwe ji holê hatine rakirin û bi sedemên derqanûnî hewl dane asteng bikin. Zext û qedexeyên li ser çanda kurdî û hunermendên muxalîf di demên dawî de hêj zêdetir bûne.”
Ji bo piştevaniyê bang hatiye kirin
Sarûhan bal kişandiye ser qedexekirina lîstiya şanoyê ya “Tartûffe”yê û wiha domandiye: “Herî dawî bi sedema ‘ewlehiyê’, di 5-6ê Hezîrana 2022an de lîstiya “Tartûffe” ya Şanoya Bajar a Amedê ji hêla waliyên Edene û Mêrsînê ve hate qedexekirin. Hemû kes bi dîrok û naveroka ‘Tartûffe’yê dizane. Bi sedan caran hatiye lîstin û girseyekî zêde jî temaşe kiriye. Tu bingeheke qanûnî ya qedexekirina lîstikeke wiha ya xurt nîne. Bi temamî biryareke keyfî ye. Em li vir dibêjin ku dê helwesta me ya li dijî qedexe û astengkirinên li ser çand û hunera me bi zelalî nîşan bidin. Dê tu zext û qedexe nekarin me ji xebatên me yên hunerî bikin. Banga me li hemû kes û saziyên ku xwe weke sosyalîst, demokrat û gelparêz dibînin ew e ku li dijî van helwestên înkarger xwedî helwest bin. Weke hunermend, siyasetmedar û kedkaran, em van sepanên dijdemokratîk û faşîst red dikin û şermezar dikin.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê