Fotograf: The New York Times
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Oklahomayê ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) êrîşeke çekdarî li dijî nexweşxaneyekê bûye. Di encamê de çar kes mirine.
Li gorî nûçeya The New York Timesê, êrîşkarekî duh di saetên êvarê de bi çek û tifingekê, çûye kampusa Nexweşxaneya St. Francisî ya li bajarê Tûlsayê û gule bera dane. Çar kes mirine û êrîşkarî jî xwe kuştiye.
Midûrê Emniyeta Tûlsayê Richard Meulenbergî diyar kiriye ku "ne êrîşeke ji ketober e".
Piştî bûyerê polîsan civîneke çapemeniyê li dar xistiye û nasnameya êrîşkarî aşkere nekiriye. Alîkarê Midûrê Emniyetê Erîc Dalgleishî diyar kiriye ku êrîşkar mêr e û 35 - 40 salî ye.
Midûriyeta Emniyetê destnîşan kiriye ku êrîşkarî her du çek jî bikar aniye lê ti polîsek birîndar nebûye. (SD/FD)