Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di bernameya duhê ya Festîvala Fîlman a Ûçan Supurgeyê ya 25an de silav ji Çîgdem Materê re şandin ku di Doza Geziyê de hatibû girtin.
Fîlmê bi navê "Disturbed earth" ê ku Dîdem Pekun derhêner, Çîgdem Mater jî çêkera wê ye li Festîvala Fîlman a Ûçan Supurgeyê duh yekem car hate nîşandan.
Bixwîne - Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Seroka Weqfa Ûçan Supurgeyê Halîme Guner û Dîrektora Programa 25an a Ûçan Supurgeyê Nîl Kûral axivîn û gotin:
"Ji bo fîlmê xwe pêşkêş bikira, diviyabû ku Çîgdem Mater li ba me bûya. Lê ji ber fîlmekî ku ne kişandiye, ji 25ê Nîsanê û vir ve li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ye. Em ji Ûçan Supurgeyê, bi gotina 'Em fîlmên ku Çîgdem Materê nekişandine" silavan ji hemû xebatkarên sektora sînemayê re dişînin.
"Em weke Festîvala Fîlmên Jinan a Navnetewî ya Ûçan Supurgeyê ku 25 sal in ji bo deng, ked û wêrekiya jinên sînemager parve bikin û piştgiriya wan kar dikin, dixwazin Çîgdem Mater û hemû girtiyên Geziyê li nava me bin." (AÖ/FD)