Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Êlihê de polîsan vê sibê li navend û navçeyê Êlihê bi ser malan de girtine. Di encama serdegirtinên malan de siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) jî di nav de 15 jin hatine desteserkirin.
Hatiye zanîn ku polîsan di dema têketina malan de derî şikandine û di dema lêgerînê de tiştên malê belav kirine.
Navên jinên ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatine desteserkirin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDPa Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDPa Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJAyê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda kurd Sevda Adirbelî."
15 jinên ku hatine desteserkirin li Miduriyeta Polîsan ya Êlihê tên ragirtin.
HDPê bertek nîşan daye
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede têkildarî desteserkirina 15 siyasetmedarên jin ên li Êlihê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her roj operasyoneke nû li operasyonên girtin û desteserkirinê tên zêdekirin û weha gotiye: “Bi van operasyonan hewl didin rejîma îstîbdatê ya AKP-MHPê bikin yek. Desthilatdariya siyasî bi van sepanên derhiqûqî ku bi destê darazê dike re hewl dide siyaseta demokratîk tesfiye bike. Desthilatdariya siyasî bi taybet jî ji 2015an ve bi şêwazê siyaseta milîtarîst tevdigere û dixwaze tirsê berbelav bike. Êrişên wan ên li dijî partî, rêveber, bijare û jinan, nîşaneya tirsa wan e.”
“Tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên milîtarîst re li ser demokrasiya vî welatî gefa herî mezin e. Dê nekare bi van polîtîkayên xwe yên derhiqûqî emrê xwe dirêj bike.Tevî vê polîtîkaya xwe ya zextê jî nikare pêşî li têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bigire û dê nekare jî. Em ê hêviya xwe hîn mezintir bikin û jiyana nû bi pêşengtiya jinan ava bikin.” (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê