Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navendên Rehabîlîtasyon û Dermankirinê ya Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyeye (TÎHV) rapora xwe ya salane îro eşkere kiriye.
Li gorî raporê sala di 2021an de îşkence dîsa li kolanan belav bûye. Hatiye diyarkirin ku di pêvajoya desteserkirinê de ji 10 kesan 7 kes li kolan û xwepêşandanên civakî rastî îşkenceyê hatine. Hejmara kesên ku di nava salê de ji ber îşkence û muameleya xerab serî li TIHVê dane, gihiştiye lûtkeya 30 salên dawî.
984 kesan ji bo îşkenceyê serî li TIHVê dane
Li gorî raporê par 984 kesan ji ber ku ew ango xizmên wan rastî îşkence û muameleya xerab hatine, serî li TIHVê dane.
616 ji serlêderan diyar kirine ku di nava salekê de rastî îşkenceyê hatine, ev hejmar ji damezrandina Weqfê (1990) heta niha serlêdanên herî zêde yê êşkenceyê ye.
Ji 10 kesan 7 kes li kolanê rastî îşkenceyê hatine
Li gorî raporê, ji 10 kesên ku di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyê hatine, ji wan 7 kes li qadên vekirî û li xwepêşandanên civakî rûbirûyê îşkenceyê bûne. Ji serlêderan yê herî biçûk 5 salî û yê herî mezin 76 salî ye.
Di sala 2021an de 984 serlêdan li Nûneratî û Navendên Referansê yên TIHVê hatine kirin. Ji serlêdanan 915 kes ji ber ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin serî lê dane. Hejmara serlêdanên ku li xizmên wan îşkence hatiye kirin 57 e.
307 kesan serî Nûnertiya TIHVê ya Stenbolê dane ev hejamara herî zêdeye. 263 li Nûnertiya Wanê, 166 li Nûnertiya Amedê, 134 li Nûnertiya Îzmîrê, 66 li Nûnertiya Enqereyê û 48 kesî jî serî Navenda Referansê ya Cizîrê dane.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AS/SY/AY)
*Semra Yansîtê ev nûçe ji tirkî wergerandiye