Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
57 baroyan li dijî qedexekirin û astengiyên li ber konser, festîval û bernameyên çand û hunerê tên derxistin, daxuyaniyeke hevbeş weşandiye.
Baroyan bi sernavê “Ji hunerê netirsin, huner azad dike” daxuyanî weşandiye û wiha gotiye: “Di navbera peyva azadî û hunerê de têkiliyeke rasterast heye. Em van qedexe û astengiyên deredemî yên bûne sistematik qebûl nakin. Em bi tundî şermezar dikin ku li vî welatî nahêlin hunermend bi rengekî azad hunera xwe bikin.”
Baroyan her weha diyar kiriye ku "Dema mirov li bername û hunermendên tên qedexekirin/betalkirin dinêre, dibîne ku li dijî zimanê dayikê, çandê, şêweyê jiyanê û zayendan, bi sedemên cidakar, kêfî û siyasî biryar tên dayîn.
"Daxuyaniyên ku kîndarî û dijminatiyê di nava gelan de saz dikin, şaredarî û walîtî van daxuyaniyan qebûl dikin û di encamê de midaxeleyê li hunerê dikin. Yek ji navendên çavkaniyên girîng ên şarezabunê berhemdariya hunerî ye.
"Di navbera peyva azadî û hunerê de têkiliyeke rasterast heye. Em van qedexe û astengiyên deredemî yên bûne sistematik qebûl nakin. Em bi tundî şermezar dikin ku li vî welatî nahêlin hunermend bi rengekî azad hunera xwe bikin."
Baroyên ku daxuyanî weşandiye ev in:
1. Baroya Edeneyê
2. Baroya Semsûrê
3. Baroya Agiriyê
4. Baroya Aksarayê
5. Baroya Enqereyê
6. Baroya Antalyayê
7. Baroya Ardaxanê
8. Baroya Artvînê
9. Baroya Aydinê
10. Baroya Balikesîrê
11. Baroya Bartinê
12. Baroya Êlihê
13. Baroya Bîlecîkê
14. Baroya Çewligê
15. Baroya Bedlîsê
16. Baroya Bolûyê
17. Baroya Bûrdûrê
18. Baroya Bûrsayê
19. Baroya Çanakkaleyê
20. Baroya Çankiriyê
21. Baroya Denizliyê
22. Baroya Amedê
23. Baroya Eskîşehîrê
24. Baroya Dîlokê
25. Baroya Gîresûnê
26. Baroya Colemêrgê
27. Baroya Hatayê
28. Baroya Îdirê
29. Baroya Ispartayê
30. Baroya Stenbolê
31. Baroya Îzmîrê
32. Baroya Qersê
33. Baroya Kastamonûyê
34. Baroya Kirikkaleyê
35. Baroya Kirklareliyê
36. Baroya Kocaeliyê
37. Baroya Manîsayê
38. Baroya Mêrdînê
39. Baroya Mêrsînê
40. Baroya Mûglayê
41. Baroya Mûşê
42. Baroya Nevşehîrê
43. Baroya Ordûyê
44. Baroya Trabzonê
45. Baroya Dêrsimê
46. Baroya Sakaryayê
47. Baroya Samsûnê
48. Baroya Sêrtê
49. Baroya Sînopê
50. Baroya Rihayê
51. Baroya Şirnexê
52. Baroya Tekîrdagê
53. Baroya Tokatê
54. Baroya Ûşakê
55. Baroya Wanê
56. Baroya Yalovayê
57. Baroya Zongûldakê
(RT/FD)