Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, li Baroya Îzmîrê daxuyanî dane.
Li gorî nûçeya MAyê, Berdevkê Demê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Îzmîrê Necîp Vardal daxuyanî xwendiye û gotiye ku mafên destûrî û gerdûnî yên girtî û hikumxwaran tên binpêkirin.
Vardalî weha gotiye:
“Di serî de girtiyên nexweş gelek girtî û hikumxwarên siyasî û edlî ji baroyan û komeleyên mafên mirovan re daxwaznameyan dişînin û giliyan dikin, liv ir jî tê dîtin ku binpêkirinên mafan ên cidî li girtîgehan hene. Bi zextên ku li parêzeran tên kirin, asteng dikin ku binpêkirin derkevin holê.”
Cihêkarî
Vardal bi lêv kiriye ku girtiyên nexweş yên giran û astengdar tevî raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî ji aliyê dozgeriyê ve bi hinceta “ji bo pergala cemaweriyê xetere ne” nayên berdan û xwe gihandina mafê tenduristiyê tê sînorkirin. Vardal, destnîşan kir ku bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û wiha berdewam kir: “Di navbera girtiyan de cihekarî heye. Mafê hevdîtinên bi dîmen dane girtiyên edlî lê nadin girtiyên siyasî. Guhertinên di qanûna înfazê de hatine kirin her girtî weke hev jê sûdê nagirin. Daxwazên berdana şertên kontrola edlî bêhincet tên redkirin. Pêkanînên lêgerîna tazî tên normalkirin û bi awayekî keyfî tên normalkirin. Vakayên îşkenceyê zêde dibin û bi biryarên ne şopandinê peywîrdarên cemaweriyê tên parastin.”
Binpêkirinên sîstematîk
“Xwarin kêm tê dayîn di ava germ û gerimkirinê de pirsgirêk hene. Daxwaznameyên ku girtî dişînin ji holê tên rakirin. Binpêkirin bi awayekî sîstematîk bi komî tên kirin. Bi sînordarkirina kovar, rojname û pirtûkan îşkenceyeke psîkolojîk tê kirin. Tevî hemû binpêkirin û zextan em ê têbikoşin û bibin dengê girtiyan.”
Pişt re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî bi lêv kiriye ku dewlet mecbûre ku jiyana mirovan biparêze û weha gotiye: “Qet nebe bila dewlet qûralên xwe bi xwe pêk bîne. Divê raporên nexweşxaneyê berçav bên girtin, ev pirsgirêkeke têkildarî mafê jiyanê de ye. Divê bê cûdatî girtiyên nexweş bên berdan û di şertên guncav de bên dermankirin.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane. (AS/AY)