Fotograf: Ara Malikian (Twitter)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konsera Ara Malikianê kemansaz a wê li Festîvala “Rêya Çandê ya Paytextê” de li dar biketa, hatiye betalkirin.
Wezareta Çand û Tûrîzmê vê festîvalê li dar dixe û çav li rê bû ku Ara Malikian di 11ê Hezîranê de li Enqereyê, li Salona Konseran a Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê konserekê bide.
Lê li gorî zanyariyan, ji kesên ku bilêtên konserê re mesaj hatine şandin û gotine ku ew konser betal bûye.
Şimdi de Kültür Bakanlığı'nın festival programı kapsamında düzenlediği Ara Malikian konseri hiç bir açıklama yapılmadan iptal edilmiş. Bilet alanlar durumu dün gelen mesajla öğrenmişler. Ara Malikian Türkiye'de defalarca konser yapmış, tanınmış bir keman virtiyözü. pic.twitter.com/YmCjnKyYXZ
— Alper Fidaner ???? (@DemodePop) May 27, 2022
Festîvala Rêya Çandê li Enqere û Stenbolê bi rê ve diçe. Roja 28ê Gulanê wê destpê bike û wê 16 rojan bidome. Di festîvalê de nêzîkî 2 hezar bername wê pêk bên.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoyî di roja 12ê Gulanê de li Navenda Çandê ya Ataturkî ya Stenbolê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye û behsa festîvalê kiriye. Axavtina Ersoyî û bernameya festîvalê li ser malpera fermî ya Wezaretê hatiye weşandin û di wir de jî behsa konsera Ara Malikianî hatiye kirin.
Her çend ev daxuyanî li ser malpera Wezaretê hatiye weşandin, kesên ku dema li malpera fermî ya Wezareta Çandê û ya festîvalê dinêre ti agahî derbarê konsera Malikianî de nînin.
"Açıklama"yı uzakta aramayalım.
— Ferhat Boratav (@ferhatboratav) May 27, 2022
Sağdan, soldan, İslamcısı, milliyetçisi, #linç dört koldan devam ediyor. pic.twitter.com/uXR4fPC9Fb
Hin bikarhênerên Twitterê duh li dijî Ara Malikianî peyam weşandibûn û ew weke “dijminê tirkan” nîşan dabûn. Her weha ji Wezareta Çandê xwestibûn ku konserê betal bike.
Ara Malikianê li cîhanê bi nav û deng e di sala 2021 û 2019an de li Stenbolê û Enqereyê konser dabûn.
Malikian wê di 9ê Hezîranê de li Zorlu PSMya Stenbolê konserekê bide. Bilêtên vê konserê hîn tên firotin.
Di meha Gulanê de du konserên Aynûr Doganê, du yên Apolas Lermiyî, yeke Metîn – Kemal Kahraman, Melek Mosso, Mem Ararat, Niyazî Koyûncû û Bûrhan Şeşenî hatibûn betalkirin an jî qedexekirin. Her weha lîstika şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê jî asteng kiribûn. (FD)