Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hunermend Nûdem Duraka ku di 22ê Nîsana 2015an de li Şirnexê ji ber strana bi Kurdî gotiye hatibû girtin û di du dozên cuda de 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dûrakê vê carê jî strana kul i girtîgehê straye bi rêya telefonê bi raya giştî re parve kiriye.
Dûrakê li Girtîgeha Tîpa Mya Baybûrtê bi malbata xwe re bi telefonê axiviye û banga piştevaniyê li hunermandan kiriye.
Nûdem Duraka ku bi nexweşiya Graves (guatira bijehr) ketiye, di girtîgehê de bi xetereya windakirina dengê xwe re rûbirû ye. Heta niha gelek hûnermendên navdar ê weke endamê grûba muzîkê ya Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxwaza azadiya Dûrakê kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Nudema ku 6 sal in li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axiviye û bi klama “Çiyayên me” banga piştevaniyê li hunermandan kiriye.
Durakê di axaftina xwe ya bi telefonê de diyar kiriye ku ew ditirse telên qirika wê zirar bibînin û gotiye: “Di vê hêlê de tirsa min heye. Bêhna min diçike, lê gava ku ez li ser teknolojiyê difikirim, ger ez derkevim, şansê min heye ku pêşî liv ê nexweşiyê were girtin. Lê tirsa min heye ku ez ê nikaribim pêşiyê lê bigirim. Ji ber vê yekê ez dixwazim di demeke nêz de bêm berdan. Ez dixwazim berî ku dengê xwe winda bikim derkevim.”
Banga piştevaniyê kiriye
Hûnermend Durakê aniye ziman ku tişta ku ji wan re herî pêwîst piştevaniye û ev bang kiriye: “Ya rast banga min ji hunermendan re ev e, bila li hevudû xwedî derkevin. Herî kêm divê hewl bidin û bi hunermendan re destê xwe bidin hev, da ku bikaribin xwe bi rehetî îfade bikin. Ji xwe vê jî dikin. Em çi li derve bin, çi li hundir, em dibînin ku çawa konser têne betalkirin û asteng kirin. Lê ew dîsa jî dikarin piştgiriya hunermendên li hindur bikin. Ew dikarin ji bo vê yekê hewl bidin, serkeftin ji wan re.”(EMK/AY)