Fotograf: Mem Ararat / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Bûrsayê konsera Mem Araratî ya ku wê di 29ê Gulanê de li Navenda Kongre û Çandê ya Ataturkî ya Merînosê pêk were, qedexe kiriye.
Mem Araratî li ser hesabê xwe yê Twitterê mesajek weşandiye û gotiye ku bi mahneya "ewlehiya civakê" konser qedexe bûye.
Beriya niha Şaredariya Derînceyê ya Kocaeliyê ya AKPyî konsera Aynûr Doganê, Şaredariya Çayirovayê ya heman bajarî û heman partiyê Şanoya “Don Kîxot” ya Şanoya Bajêr a Amedê, Walîtiya Mûşê konsera Metîn – Kemal Kahramanî, Şaredariya Pamûkkaleyê konsera û şîrketa organîzasyonê her yek jê konsereke Apolas Lermiyî, Şaredariya Pendîkê konsera Niyazî Koyûncûyî, konsera Melek Mossoyê ya li İspartayê û ya Bûrhan Şeşenî ya li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU)yê jî di nava mehekê de hatin astengkirin an jî qedexekirin.
Ji bo raya giştî… pic.twitter.com/SAj9mbU4S6
— Mem Ararat (@araratmemm) May 26, 2022
Araratî di dewamê de diyar kiriye ku hemû amadekariyên konserê temam bûne, hemû bilêt hatine firotin, lê beriya konserê bi sê rojan, biryara qedexeyê ji bo wan ragihandine.
Di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku “Lê em ê tu carî xwe wê nedin paş û stranên xwe bi hemû zaravayên zimanê xwe bibêjin, bila qet gumana kesî tune be.”
Ji bo kesên bilêt kirîne Araratî diyar kiriye ku wê bilêtên wan bi paş de werin standin û heqê bilêtan wê li wan vegerînin. (FD)