Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana 2019an ya siyasetmedar Aysel Tûglûkê de biryara xwe aşkere kiriye û gotiye mafê wê hatiye binpêkirin. Tûglûk nexweşiya demansê pê re ye.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di serlêdana girtiya nexweş siyasetmedara Aysel Tûglûkê de biryara binpêkirinê daye.
Ji ber ku di 8ê Çiriya Pêşiya 2010an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tev li civîneke ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûbû, doz li Tûglûkê hatibû vekirin û di dozê de derbarê wê de biryara taloqkirina peyketinê û ji bo 3 salan kontrola edlî hatibû dayîn. Parêzerên Tûglûkê ji bo vê biryarê li 2emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê îtîraz kiribûn û dadgehê îtîrazê red kiribû. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Dadgeha Destûra Bîngehîn serlêdanê qebûl kiriye û diyar kiriye ku bi biryara taloqkirina peyketinê û kontrola edlî ya ji bo 3 salan a derbarê Tûglûkê de "mafê wê yê azadiya ramanê, civîn û meşê" hatiye binpêkirin. Her wiha dadgehê biryar daye ku Tûglûk ji nû ve bê darizanin û 13 hezar û 500 TL tazmînata menewî jê re bê razandin.
Dadgeha Destûrî beriya çend rojan serlêdana Tûglûk ku ji bo girtina wê ya duyemîn di doza Kobanê de hatibû kirin bêyî "di esasê de lêkolîn" bike red kiribû.
Parêzera Tûglûk Reyhan Yalçindag, biryara ku hatiye dayîn nirxand û ev tişt gotiye: "Di serlêdanên biesas de biryara redê didin û di mijarê hêsan de jî biryara binpêkirinê didin û dixwazin çav girê bidin."
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (TP/AY)