Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekîba fîlmê “Rojên Ziwahiyê” yê Emîn Alperî li Festîvala 75an a Fîlman a Cannesê çalakiyek li dar xistiye û daxwaza azadiya Çîgdem Materê kiriye. Ekîb bi kaxizên ku li ser wan #AzadîJiÇiğdemMaterêRe (#FreeÇiğdemMater) derketiye pêşberî çapemeniyê.
Hesabên fermî yên medyaya civakî yên Festîvala Fîlman a Cannes-ê çalakiya ku daxwaza azadkirina Materê dikir, weşandiye.
Dünyanın en prestijli film festivallerinden biri olan Cannes Film Festivali’ne imza atan #KurakGünler film ekibi, bugün katıldığı photocall'da #ÇiğdemMatereÖzgürlük yazılı kartlarla Mater'e destek mesajı gönderdi. #Cannes @Festival_Cannes pic.twitter.com/m959Ye1BBa
— Çiğdem Mater'e Özgürlük (@freecigdemmater) May 24, 2022
Derhênerê Filmî Emîn Alperî duh jî piştî promiyera cîhanê ya fîlmî axivîbû û spasiya çêkerîn fîlmê kiribû. Piştî wê jî spasiya Çîgdem Materê kiribû ku di Doza Geziyê de dihate dadgehkirin û 18 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn.
Promîyera fîlmî duh di Festîvala 75an a Fîlman a Festîvala Cannes-ê de hate nîşandan. (AÖ/FD)