Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fîlmê “Rojên Ziwayiyê” ê derhêner Emîn Alperê wê îro cara pêşiyê li cîhanê, di dema Festîvala 75an a Fîlman a Cannesê de were nişandan.
Fîlm di beşa “Nêrîneke Diyar” ‘Un Certain Regard” de wê bê pêşkêşkirin ku Tirkiye-Fransa-Almanya-Hollanda-Yewnanistan-Hirvatistanê bi hev re amade kiriye. Galayê fîlmê wê li Salle Debussy-yê pêk bê. Emîn Alper beriya nîşandana fîlmî axiviye û gotiye ku ji ber wan di festîvalê de cih girtiye, ew bextewar in û spasiya çêkeran kiriye. Paşê spasiya Çîgdem Matera çeker kiriye ku di Doza Geziyê de dihate dadgehkirin û 18 cezayê girtîgehê lê birîn.
#KurakGünler director and script writer Emin Alper speaking at the #CannesFilmFestival2022 #EkinKoç • #SelahattinPaşalı pic.twitter.com/RzJQivRN2A
— Katherine ???? || EFES LAWYER (@jb_kg_sg) May 23, 2022
Alperî gotiye: “Ez spasiyên xwe ji hempîşeya xwe û çêkera hevpar a fîlmê me dikin. Niha ne bi me re ye, lewre di encama dozeke komîk de ew şandin girtigehe.”
Di fîlmî de Selahattîn Paşali, Ekîn Koç, Erol Babaoglû, Erdem Şenocak, Selîn Yenîncî, Sînan Demîrer, Nizam Namîdar, Alî Seçkîner Alici û Eylul Ersoz dilîzin. (MD/AÖ/FD)