Hunermend Zelal Gokçe hatiye desteserkirin
Hunermenda Kurd Zelal Gokçe li Stenbolê hatiye desteserkirin.
![Hunermend Zelal Gokçe hatiye desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/262/134/original/gokçe.jpg)
Hunermenda Kurd Zelal Gokçe duh di saetên şevê de li Balafirgeha Stenbolê hatiye desteserkirin.
Heta niha sedema desteserkirina Gokçeyê nehatiye zanîn û kes nizane birine kîderê.
Têkildarî mijarê hevalên Gokçeyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandine ku biryara desteserkirinê heye û diyar kirine ku kes nizanin polîsan Gokçe birine kîderê.
(AY)