Fotograf: Aynûr Dogan / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aynûr Dogana ku Şaredariya Derinceyê ya AKPyî konsera wê betal kiriye, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye.
Doganê di peyama xwe de gotiye: “Em ne çewalên xîzê ne ku hûn ‘masûlkeyên xwe li ser me xurt bikin, lê em ji bo we fersend in ku hûn bikaribin dil û wicdanên xwe xurt bikin.
Aynûrê di daxuyaniya xwe de ev peyam weşandiye:
“Kesên hozan ew in ku rastiyê bidelîl dikin, em jî bi berdewamî di vê rêyê de bipêş diçin. Li her cihê ku hêza me têrê dike, yê hezkirina we lê heye, em ê bi hev re parve bikin û xurt bibin. “Em ne çewalên xîzê ne ku hûn ‘masûlkeyên xwe li ser me xurt bikin, lê em ji bo we fersend in ku hûn bikaribin dil û wicdanên xwe xurt bikin.”
Aşıklar hakikatı ispatlayanlardır, biz de bu yolda ilerlemeye devam ediyoruz. Gücümüzün yettiği, sevginizin olduğu her yerde paylaşarak birlikte büyüyeceğiz.
— Aynur Doğan (@aynurdogan) May 17, 2022
Bizler “kaslarınızı” geliştireceğiniz kum torbası değil ancak yüreğinizi ve vicdanlarınızı güçlendirmenin fırsatlarıyız.
Çi bûbû?
Şaredariya Derinceyê konsera Aynûr Doganê ya ku wê di 20ê Gulanê de pêk bihata, roja 13ê Gulanê betal kiribû. Belediyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandibû û bêyî ku navê Aynûr Doganê diyar bike gotibû, “piştî lêkolînê” wan biryar daye konserê betal bikin.
Piştî bertekan Şaredariyê daxuyaniyeke din weşanibû û îdia kiribû ku ji bo konserê destûr nehatiye standin, kar û barên fermî nehatine kirin û bi rêyeke ne guncav bilêt hatine firotin, wan jî ji ber van hincetan konser betal kiriye.
Heman rojê, Şaredariya Çayirovayê ya Kocaeliyê ya AKPyî jî lîstika şanoyê ya “Don Kîxotî” ya Şanoya Bajêr a Amedê betal kiribû.
Duh jî Walîtiya Mûşê konsera Metîn Kemal Kahramanî qedexe kiribû. (FD)