Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê daxwaza girtina polîs K.B.yê ku li Amedê ji ber kuştina Recep Hantaşî tê dadgehkirin, careke din qebûl nekiriye.
Dadgehkirina polîs K.B.yî îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. K.B.yê beşdarî danişînê bûye bi tawana “ihtimal e ku bi zanebûn kuştiye” tê dadgehkirin û dozgerî xwestiye ku heta 25 sal cezayê girtîgehê were cezakirin.
Di 14ê Nîsana 2019ê de li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê, Recep Hantaşê 20 salî dema li Sumerparkê bermahî kom dikirin, polîsan gule bera wî dabûn û ew kuştibûn.
Dozgerê xwestiye ceza bikin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerê polîsî, malbata Hantaşî û parêzerên wî Mehmet Oner û Şîlan Çelîk beşdarî danişînê bûne.
Dozgerî çawa ku di danişîna beriya niha de gotibû, xwestiye K.B. bi tawana “ihtimal e ku bi zanebûn kuştiye” were cezakirin. Her weha xwestiye tiştên kêm ên di dosyayê de temam bibin.
Parêzerê malbata Hantaşî Mehmet Onerê xwestiye ku heyeta dadgehê polîs R.E. û M.U. yên şahidê bûyerê guhdar bikin.
Parêzer daxwaza dozgerî bibîr xistiye û careke din xwestiye bersûc were girtin.
Lê heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye û biryar daye ku ji bo li polîsên şahid guhdar bikin, ji cihên ku lê wezîfedar in re, nivîsan binivîsin.
Dadgehkirin wê 21ê Hezîranê dewam bike.
Çi bûbû
Polîsan li Amedê 14ê Nîsanê saet di 04.00ê destê sibehê de gule bera serê xortê bi navê Recep Hantaşî daye û ew kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hantaş bi hevalekî xwe re li Sumerparkê rûniştî bûye û di vê demê de polîsan gule bera wî dane û ew kuştiye.
Hantaş di wê kêliyê de miribû û xortê li ba wî hatibû desteserkirin ku şahidî ji bûyerê re kiriye.
Cenazeyê Hantaşî rakiribûn morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di saetên nîvro de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê hatibû binaxkirin.
Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî gotibû “polîsan ji me re got, me birayê te bi şaşî kuştiye”.
Walîtiya Amedê îdia kiribû ku Hantaş “hatiye hişyarkirin” lê nesekiniye û li ser vê gule bera wî dane. (AS/FD)