Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Ewropayê piştî ku di Doza Geziyê de cezayê muebeta girankirî li Osman Kavala û 7 kesên ku her yek ji wan 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn cara yekem dê li Tirkiyeyê hevdîtinan pêk bîne.
Meclîsa Parlamenteran ku dezgeha çêkirina qanûnan a Konseya Ewropayê ye di 18-20ê Gulanê de du raportor wezîfedar kiriye ku ji bo lêkolînkirina girtina Osman Kavala û hevdîtinan wê bên Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de Parlamenterê Ingîlîz John Howell û Parlamenterê Letonyayî Boris Cilevis dê di navbera 18 û 20ê Gulana 2022an de bi armanca lêkolîn û hevdîtinan li Stenbol û Enqerê serdana Tirkiyê dikin.
Her wiha pêvajoya 'binpêkirinê' a ku Konseya Ewropayê ji ber ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser Tirkiyeyê bi cih neanî, destpê kiriye jî li ser masê ye.
Raportor wê çavdêriyên xwe yên destpêkê yên lêpirsînan di 24ê Gulanê de pêşkêşî komîsyona pêwendîdar bikin û di dema pêş de jî wê raporên xwe radestî AKPMyê bikin.(HA/AY)