Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Kizilaya Enqereyê serdana esnafê somaliyî kiriye ku polîsan xwestiye dikana wî bigirin.
Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya IHDyê Nûray Çevîrmen, Hevserokên Şaxa Enqereyê yên ÎHDyê Sevîl Tûrgût û Fatîn Kanat li ser navê Komeleyê çûne serdana esnafê somaliyî yê ku di van rojan de rewşa wî nebaş e.
Piştgirî wê dewam bike
Fatîn Kanatî gotiye ku wê derbarê mijarê de hevdîtinên xwe yên bi saziyan re dewam bikin: “Ger em bi hev re tevbigerin û em ji hev agahdar bin, em ê van pêvajoyan hêsantir derbas bikin. Em piştgiriya esnafî dikin. Me serdana wî wergirt û em ê di piştgiriyê de berdewam bikin.”
Esnafê somaliyî A.K.yî jî behsa zext û zordariyan kiriye.
Her roj tên û gefan dixwin
A.K.yî diyar kiriye ku ji Tebaxa 2021ê û vir ve zext û zordarî û gef lê tên xwarin: “Tiştên dibûn di serî de bi min asayî bûn. Piştî ez çûm IHDyê, sê caran hatim desteserkirin. Ti sedemeke wê nebû.”
A.K.yî diyar kiriye ku hemû somaliyiyên li Kizilayê kom kirine û ji wan re gotine: “Hûnê ji vir derkevin. Em ê we dersînor bikin. Bi tenê li Kizilayê pirsgirêkan çêdikin. Polîsan navê ‘Sifreya Somali’yê guherandin û kirin ‘Sifreya Gelî’. Her roj tên û bi berdewamî gefan li me dixwin.
“Berê 9 somaliyî li vir bûn, niha tenê 3 kes mane. Yên din welêt terk kirin. Me bi hevalên mayî re serî li dadgehê da.”
IHD wê pêvajoyê bişopîne
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya IHDyê, Nûray Çevîrmenê jî got ku ji bo tedbîrên hewce werin wergirtin ew ê bi hemû saziyan re yek bi yek biaxivin û dema ji cem esnafî derdiketin ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye “Ji bo mijarê, çi hewce bike em ê bikin û pêvajoyê bişopînin.” (AEK/FD)