Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 428emîn de dewam dike.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Emîne û Ferît Şenyaşar îro ji navçeya Pirsûsê hatine ber Edliyeya Rihayê û li hewşa edliyeyê dest bi nobetê kirine.
Ji parêzerên malbatê Serdar Tum serdana Emîne û Ferît Şenyaşar kiriye û axivîye. Tum destnîşan kiriye ku ew doz û lêpirsînên derbarê malbatê de hatine destpêkirin qebûl nakin û divê daxwaza edaletê ya malbatê bicih were.
Herweha hatiye diyarkirin ku Serdozgeriya Komarî ya Rihayê lêpirsîna bi îdiaya “heqaretê” ya derbarê Emîne Şenyaşar de dabû destpêkirin bi biryara neşopandinê ango dozvenekirinê daye.
Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Ji 9ê Adara 2021an vir ve derbarê Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne de 14 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan sê heb veguherî peyneketinê (kovuşturma) û du doz li Rihayê û dozek jî li Enqereyê tê lidarxistin. Lêpirsînek jî bi biryara dozvenekirinê encam da û 10 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de jî berdewam dikin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de piştî êrîşa pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildizî ya li ser malbata Şenyaşaran, pevçûneke çekdarî pêk hatibû û di encamê de Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyê, esnaf Haci Esvet Şenyaşar tevlî Adil û Celal, herdu kurên xwe miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku bav û du birayên wî miribûn, birîndar bûbû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil ya Amedê dihate dermankirin. Di 17ê Hezîranê de piştî ku dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneyê derketibû, ew desteser kiribûn û girtibûn. (EMK/AY)