Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pinar Gultekîn di sala 2020an de li Muglayê hatibû qetilkirin. Bi tohmeta ku heqaret li faîl Cemal Metîn Avci kiriye, derbarê Şefîka Gultekîn, dayîka Pinarê de doz hatiye vekirin.
Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn di sala 2020an de li Muglayê hatibû qetilkirin. Bi îdiaya ku heqaret li faîl Cemal Metîn Avci kiriye, derheqê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn de doz hatiye vekirin.
Faîl Cemal Metîn Avci, bi îdiaya ku di danişîna 26ê Nîsana 2021an de “gef û heqaret lê kirine” li Serdozgeriya Komarî ya Muglayê giliyê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekînê kiriye.
Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Muglayê îdianame hatiye amadekirin û 1emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê jî îdianame qebûl kiriye. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku gotinên hatine kirin û girtekên danişînê hev digirin û piştekî gilîker Cemal Metîn Avci li ber lihevkirinê nehatî jî doza cemaweriyê hatiye vekirin.
Di îdianameyê de ji bo dayika Pinar Gultekîn bi îdiaya “Gef û heqaretê” 4 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Danişîna ewil a dozê dê di 12ê Cotmehê de li 1emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê wê were pêkanîn.
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê