Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtiyên ji Girtîgeha Şakranê, lîsteya bihayê kelûpelên li kantînê tên firotin, şand. Li gorî lîsteyê, bihayê tiştan di nava 6 mehan de her zêde bûye. Bihayên di lîsteyê de hatine nivîsîn, ên Kanûna Paşiyê ne lê di vê demê de dîsa bihayê wan zêde kirine.
Navê girtîgehê yê fermî, Girtîgeha Tîpa Tyê hejmara 1ê Îzmîrê ye. Li vir di meha Kanûna Paşiyê de rûnê berberojkan bi 22,25, kîloyeke çayê bi 35,80, nîv kîlo xweyê bi 5,20 lîreyî dihate firotin. 5 lîtir av ji 2,90 lîreyî derketiye 5,20 lîreyî. Bihayê hin tiştan di nava mehekê de ji sedî 100 zêde bûye.
Bihayê tiştan her hefteyê zêde dibe
Girtiyan di nameyê de gotiye, "Di Tebax-Îlona 2021ê de rêveberiyê, lîsteya bihayên kelûpelên kantînê belav kir û diyar kir ku yên di rêza yekê de nivîsiye, bihayê kelûpelan e. Lê mixabin ger em bibêjin hema hema ew lîsteya bihayan qet nehate pêk anîn, em ê ne şaş bin. Ji ber ku her roja nû ya kantînê jimarên nû yên lê zêdekirî li fîşên me hatin nivîsandin."
Girtiyan her weha rexne li wî tiştî kiriye ku ji her kelûpelekê bi tenê yên markeyekê tên firotin: “Ma gelo Saziya Rikeberiyê li kantînên girtîgehan nanêre? Skalayek heye ku tê de markeyekê û cûreyekî disepînin. Ma agahiya wan ji vê heye?”
Bihayê fatoreyên elektrîkê jî deradetî zêde kirine
bianetê beriya niha jî behsa zêdebûna fatoreyên elektrîkê yên li girtîgehan kiribû.
Sê girtiyên cezayê miebeta girankirî li wan hatiye birîn, ji sê girtîgehên cida, ji bo fatoreyên bilind, serê li Wezareta Edaletê û Dozgeriyê dan. Lê serlêdanên hersê kesan jî nehatin qebûlkirin.
Nûrî Ozenê ku niha li Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmara 2yê ya Sîncanê ye, pêşiyê serî li dadgehê, paşê jî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê serlêdanên wî nehatin qebûlkirin. Ozenî diyar kir ku ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide.
Bariş Înan û hevalekî xwe li Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmar 2yê, ji ber ku elektrîka wan li gorî ya tîcaretxaneyan tê hesibandin tê hesibandin, serî li Wezaretê dan û gotin ku bila weke yên malan bên hesibandin.
Ev serlêdanên wan nehat qebûlkirin. (AS/FD)