Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çîgdem Matera ku di Doza Geziyê de bi 18 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye, peyamek weşand.
Materê di peyama xwe de got ku "Ez dengê we, gotinên we, piştgiriya we dibihîzim, dizanim. Her hebin. Ez gelekî baş im, lewre em mafdar in. Ji Bakirkoyê hezkirinên xwe dişînim.”
???? Çiğdem’den mesaj var‼️#GeziYargılanamaz#ÇiğdemMatereÖzgürlük pic.twitter.com/4D248Uq9ua
— Çiğdem Mater'e Özgürlük (@freecigdemmater) May 4, 2022
Derbarê Çîgdem Materê de
Sînemakar, fîlmçêker, rojnameger. Belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj kişandine.
Yaban (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar ( 2019), Sivas (2014), Soluk (2019), Toz Bezi (2015), Sivas (2014) û Çoğunluk (2010) hinek ji fîlmên wê ne ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê xelat wergirtine.
Biwxîne - Derbarê heşt girtiyên "Gezi"yê de
Çêkera bicihanînê ya fîlmê Weldiyê ya Mohamed Ben Attiayî û belgefîlma İnsan Seli ya Ai Weiweiyî ye ku li Tirkiyeyê hatibû kişandin.
Di navbera 1997-2005ê de li saziyên medyayê yên navnetewî yê mîna BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur, Los Angeles Timesê weke wergêr, çêker û nûçegîhan kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadolûyê beşa sînemayê û li Zanîngeha Marmarayê jî di beşa zanistên ragihandinê de mastera xwe qedandiye. (HA/FD)