Fotograf: Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê/The Eye of Photography Magazine/Nish Nalbandian Nalbandian
Ji bo nûçeya tirkî/ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê di van rojan de ku nîqaşên derbarê penaxwazên Tirkiyeyê de geş bûne, daxuyaniyek weşandiye û tê de zanyariyên derbarê biyaniyên li bajêr dimînin de daye. Daxuyanî li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye weşandin.
Milyon û 3 hezar biyanî bi fermî li vir dimînin
Li gorî daneyên ku Walîtiyê weşandiye
▶ Li Stenbolê milyon û 305 hezar û 307 biyanî bi awayekî fermî dimînin.
▶ 545 hezar û 45 ji wan sûriyeyî ne û li gorî "statuya parastina demkî" dimînin.
▶ 763 hezar û 262 wê penaberên ku bi rengekî fermî ketine nava xaka Tirkiyeyê û destûra wan a niştecihbûnê heye.
Karûbarên fermî yên derbarê biyaniyan de
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê daneyên derbarê biyaniyan de ên di sala 2021ê de li Midûriyeta Koçberiyê ya Stenbolê ev dane hatine tomarkirin:
▶ Derbarê 71 hezar û 959 penaberên nebirêkûpêk de karûbarên fermî hatine kirin.
▶ 23 hezar û 72 penaber ji Stenbolê dersînor kirine.
▶ 39 hezar û 525 penaber ji bo bên dersînorkirin, şandine navendên dersînorkirinê yên li bajarên din.
Karûbarên fermî yên di sala 2022yê de hatine kirin
Walîtiya Stenbolê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 3yê Gulana 2022yê de jî derbarê penaberan de ev kar û bar kirine:
▶ Li ser hev derbarê 25 hezar û 644 penaberên nebirêkûpêk de karûbarên fermî hatine kirin. 11 hezar û 936 ji wan afganistanî, 2 hezar û 853 jê jî pakistanî ne. Derbarê hezar û 933 biyaniyan de karûbarên qanûnî hatine kirin.
▶ 8 hezar û 773 biyanî ji Stenbolê hatine dersînorkirin û ew şandine welatên wan. 12 hezar û 684 jê jî ji bo bên dersînorkirin, şandine navendên dersînorkirinê yên li bajarên din.
Karûbarên fermî yên di cejnê de hatine kirin
Roja yekê ya cejnê dest bi karûbarên fermî yên dersînorkirina 240 penaberên nebirêkûpêk hatiye kirin. Ji bo bi rêya asmanî 280 penaberên afganistanî bên dersînorkirin, plansazî hatiye çêkirin.
Geştyarên biyanî yên li Stenbolê dijîn
▶ Di meha Adarê de hejmara geştyarên bi rêya asmanî û deryayî hatine Stenbolê, li gorî sala 2021ê ji sedî 112 zêdetir bûye û gihîştiye milyon û 156 hezar û 400î; di her sê mehên destpêkê yên sala 2022yê de li ser hev 2 milyon û 904 hezar û 460 geştyar hatine Stenbolê.
▶ Ji sedî 10,09ê geştyaran ji Îranê, ji sedî 7,82 ji Almanyayê, ji sedî 7,82 jî ji Federasyona Rûsyayê hatine.
(AEK/FD)