Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Karsaz Osman Kavalayê ku di danişîna biryarê ya Doza Parka Geziyê ya 25ê Nîsanê de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn, peyamek şandiye.
Osman Kavala di peyama ku li ser hesabê Twîtterê ya bi navê Ji Kavala re Azadî weşiyaye de biryar nirxandiye û gotiye, ''Biryar kêfî ye; bi binpêkirina normên hiqûqî yên di bin zexta siyasî de hatiye girtin."
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
'Hiqûq hatiye binpêkirin'
Di daxuyaniya Kavala de weha hatiye gotin:
"Rastiyek zelal e ku protestoyên Geziyê ji aliyê min ve nehatine organîzekirin."
"Welatiyên ku nirxên demokrasiyê pejirandine û ji welatê xwe hez dikin bi rêya darazê hatin cezakirin. Weke ku di nivîsa dengdanê ya yek ji dadgerên heyete de ku li dijî biryarê deng dabû hatiye gotin ku ev biryar xwe dispêre delîlên ku bi awayekî bêhiqûqî hatine bi dest xistin.”
"Biryar kêfî ye; bi binpêkirina normên hiqûqî yên di bin zexta siyasî de hate girtin. Bi gotinên ku ez “Soroçî” me dixwazin vê biryarê rewa nîşan bidin.”
"Doza Geziyê rewşa ku dadgerî di nav de ye eşkere kir; bi vî awayî diyar bû ku bikaranîna dadgeriyê bi vî rengî xeteriyeke cidî li ser hemû welatiyan çêdike.”(RT/AY)