Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlinale) duh (27ê Nîsanê) daxuyaniyek weşandiye û ji ber biryara Geziyê bertek nîşan daye. Di daxuyaniyê de gotine: "Em biryara dadgeha tirkan bi tundî şermezar dikin."
Berlînaleyê her weha ji bo Çîgdem Matera sînemager û çêker jî gotiye, "Dosta Berlînaleyê ye."
Daxuyaniya Berlinaleyê wiha ye:
"Biryara cezayê miebeta girankirî ya dadgeha tirkan li Osman Kavalayî û 18 sal cezayê girtîgehê li heft endam an jî şêwirmendên din ên Anadolû Kulturê biriye, me gelekî şihitand. Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin.
"Em weke Berlinaleyê piştgiriya xwe ji bo Çiğdem Mater, Yiğit Ali Ekmekçi, Ali Hakan Altınay, Mine Özerden, Mücella Yapıcı, Tayfun Kahraman û Can Atalayî nîşan didin.
"Çiğdem Mater (ya di fotografî de) dosteke Berlinaleyê ye. Çêkera fîlmê "Toz Bezi" ye ku di guldesteya Forûma 2016ê de bû. Em tevlî banga Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dibin ku gotibû bila heşt girtî demildest serbest bibin."
Derbarê Toz Beziyê de
Di sala 2015ê de hatibû kişandin û Ahu Ozturk him derhêner bû him jî senaryo nivîsî bû. Asiye Dînçsoy û Nazan Kesal di rolên sereke de dilîstin. Behsa "Çîroka du jinan dikir ku koçî Stenbolê kirine û diçin li malan paqijiyê dikin û têkoşîna xwe ya jiyanê bi vî rengî didomînin."
Di Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî ya 35an, Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Enqereyê ya 27an, Komeleya Nivîskarên Sînemayê ya 49an û Festîvala Fîlman a Tirkiye-Almanyay^´ya Nurnbergê ya 21ê de xelat wergirtine. (AÖ/FD)