Hunermendan bertek nîşanî biryara Doza Geziyê dane
Lîstikvan, muzîkjen û nivîskaran bertek nîşanî biryarên ku li Doza Geziyê derketine, dane.
![Hunermendan bertek nîşanî biryara Doza Geziyê dane](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/261/098/original/geziparkı_sanatcılar.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî danişîna biryarê ya 25ê Nîsanê ya Doza Geziyê gelek hunermendan ji bo biryarê bertek nîşandane. Her weha bertek nîşandana hunermendan didome.
13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di Doza Geziyê de bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçî biriye.
(AÖ/AY)