Fotograf: Hicran Cengiz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku di Doza Geziyê de cezayê miebeta girankirî li Osman Kavalayî û 18 sal cezayê girtîgehê li Yiğit Ekmekçi, Mücella Yapıcı, Mine Özerden, Çiğdem Mater, Hakan Altınay, Can Atalay û Tayfun Kahramanî hate birîn, duh Piştevaniya Taksîmê çalakiyek li dar xist.
Piştevaniya Taksîmê duh bang kiribû ku ew ê li Beyoglûyê, li ber avahiya Odeya Mihendisên Makîneyan a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Mihendîsan a Tirkiyeyê (TMMOB) kom bibin.
Komeke qerebalix li ser vê bangewaziyê li hev kom bû û kaxizên ku li ser wan “Tarî wê biçe, gezî wê bimîne", “Em parastina Geziyê dikin" nivîsandibûn û fotografên kesên di dema protestoyên Parka Geziyê de hatibûn kuştin hil kirin.
"Ev hê destpêk e"
Li ser navê Piştevaniyê Seroka Şaxa Stenbolê ya Odeya Mîmaran Esîn Koymen di dema çalakiyê de axivî û got:
"Em bûn welatiyên welatekî wiha ku ji bo Parka Geziyê weke parkekê bimîne, Mucella Yapici, Sekretera Lijneya Nirxandina Etîka Derdorê ya Odeya Mîmaran a li ser navê Odeya Mîmaran tevî pêkhateyên Piştevaniya Taksîmê hewldanên pîşeyî û qanûnî da destpêkirin, Tayfûn Kahraman, Serokê wê demê yê Odeya Plansazkarên Bajarvaniyê yê li dijî biryarên ne li gorî qanûn û rêzikên heyî ne daxwazname dinivîsand û parêzer Can Atalayê parêzerê li ser navê Odeya Mîmaran hatiye erkdarkirin û yê hemû dozên derbarê Parka Geziyê de vekiriye û şopandiye, tevî Çigdem Mater, Hakan Altinay, Mine Ozerden û Yigit Ali Emekçiyê di vê doza bêhiqûq de hatin dadgehkirin bi 18 sal cezayên girtîgehê yên giran hatin cezakirin û Osman Kavalayê ku 4 sal û nîv e bêyî delîlan nîşan bidin, bêyî şahid hebin di girtîgehê de tê girtin û ji hemûyan jî girîngtir, gotiye 'di dema Geziyê de bi tenê du sê caran ez çûm parkê" bi tohmetên absurt ên weke 'hewldana derbeyê' ji ber Geziyê 'cezayê miebeta girankirî' lê birîn. Rewşa me ev e êdî.
"Li ser navê bi milyonan kesên ku bideng û gotinên xwe beşdarî Geziyê bûne; em ê Parka Geziyê ya ku li welatê me bûye sembola li berxwedana projeyên rantê yên li welatê me edaletê, demokrasiyê, azadiyê û xwez-bajaran dikujin, li her bajarên welatê xwe em ê parkan zêde bikin, li van parkên ku wê zarokên me li wan bilîzin tevî hemû zarokan hêlanên "wê zarokê di nava xwişka me Mucellayê" jî lê sar bibe çêkin, em ê bi berdewamî bibin zarok, jin û ciwanên bi inyad, netebat û têkoşer. Ev hîn destpêk e, em ê têkoşînê berdewam bikin!
Li Cîhangîrê gelek kes hatin desteserkirin
Piştî daxuyaniyê çalakvan ji Kolana Siraselvîlerê ber bi Karakoyê ve meşiyan û di dema meşê de sloganên "AKP wê hesabî bide gel", "Her der Taksîm e li her derê berxwedan heye" berz kirin.
Polîsan li sikakên Cîhangîrê rêya çalakvanan birîne û rojnameger jî di nav de zêdetirî 20 kes desteser kirine.
(EMK/FD)