Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çîgdem Mater di doza Geziyê de bi Mucella Yapici, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçîyî re bi tohmeta ku “alîkarî dane hewldana ji holê rakirina hukumetê” 18 sal cezayê girtîgehê stendibû. Dadgehê duh biryara girtina wê dabû û ew şandibû Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê.
13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hêceta girtina Materê weke “guman heye bireve” nîşan dabû. Lê belê Mater ji bo ku tevlî danişînan bibe di meha Sibatê de ji Almanyayê ku li wir dijî hatibû Tirkiyeyê.
Dadgehê ji ber fîlmekî ku nehatiye kişandin ceza li Materê biriye. Mater di çarçoveya projeya belgefîlmek çûbû Almanyayê û li wir dest bi jiyanê kiribû. Di danişînên berê de jî dadgeh hatibû agahdarkirin ku Mater li Almanyayê dijî.
Digel vê yekê Çîgdem Mater bi hêceta ku “guman heye bireve” hat girtin.
Tevna piştgiriyê ya Sûsma Bîtsîn(Bêdeng nemîne bila biqede) ku jinên di qadên şano, TV û sînemayê de kar dikin ava kiriye, piştgirî dane Çîgdem Materê û gotine:
“Em li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nabin, Em li gel Çîgdem Materê ne”
Derbarê Çîgdem Materê de
Galaya IKSVyê ya Yaban(Biyan) ku çêkeriya wê Çîgdem Materê girtibû serxwe.
Sînemakar, Çêker û Rojnameger e. Belgefîlm û fîlmên metraj dirêj û kurt yên wê hene.
Fîlmên wê çêkirine yên ku li Tirkiyeyê û li derve xelat girtine ev in:
Yaban(Biyan) (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar ( 2019)(Ji Silîvriyê Name), Sivas (2014)(Sêwas), Soluk (2019), Toz Bezi (2015) û Çoğunluk (2010)
Di projeyên navneteweyî yên li Tirkiyeyê hatine çêkirin de weke çêkera berpirs kar kiriye. Di nav wan projeyên navneteweyî de belgefîlma bi navê Lehiya Mirovan ya Aî Weîweî û fîlma bi navê Weldî ya derhêner Mohamed Ben Attîa jî hene.
Koordînatora Berpirs ya Bernameyên Kafkasan li Anadolû Kulturê (2005-2009), Koordînatora Navenda Fîlman a Mîthat Alam a Zanîngeha Bogazîçiyê (2009-2010) û Koordînatora Platforma Sînemayê ya Tirkiye-Ermenistanê.
Di navnera salên1997-2005an de weke wergêr, çêker û nûçegîhan li saziyên medyayê yên navneteweyî yên weke BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur û Los Angeles Timesê kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadoluyê beşa sînemayê qedandiye û li Zanîngeha Marmarayê jî li ser sosyolojiya medyayê master kiriye.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
(HA/AY)