Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku di Doza Geziyê de dadgehê duh ceza li bersûcan birî, Piştevaniya ji bo Taksîmê banga çalakiyê kiriye.
Duh, Dadgeha Cezayê Giran a 13an a Stenbolê di biryara xwe de diyar kiribû ku, Osman Kavalayî bi tohmeta "xwestiye hikûmetê ji nav bibe" bi cezayê miebeta girankirî, Mucella Yapıcı, Çigdem Mater, Hakan Altınay, Mine Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yigit Ali Ekmekçiyî jî bi tohmeta ku "alîkariya vî sûcî kirine" bi 18 sal cezayê girtîgehê ceza kiribû.
Piştevaniya ji bo Taksîmê duh bi ber avahiya Çaglayanê dest bi nobeta edelatê kiribû û îro jî banga çalakiyê kiriye.
Piştevaniya ji bo Taksîmê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li dijî vê biryara bêhiqûq ew ê îro saet 19.00ê li ber avahiya Odeya Mihendisên Makîneyan ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Mihendîsan a Tirkiyeyê (TBBOM) ya li Beyoglûya Stenbolê kom bibin. Piştevaniya ji bo Taksîmê ev daxuyanî bi hashtaga #GeziyiSavunuyoruz” (Em Geziyê diparêzin) weşandiye.
Navnîşan û cihnîşana Odeya Mihendîsên Makîneyan wiha ye:
- Katip Mustafa Çelebi, İpek Sk. No:9, 34433 Beyoğlu/İstanbul
Bixwîne - Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
(HA/FD)