Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokên Baroya Amed, Wan, Çewlig û Sêrtê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) jî tê de gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li dijî biryara destûra avadaniyê ya li Newala Qesabayê protesto kiriye.
Rêxistinin civaka sivîl çûne Newala Qesabayê ya li Sêrtê û li wî cihê ku ermenî, keldanî û kurdên bi îşkenceyan hatine qetilkirin li vir bi komî hatine binaxkirin.
Polîsan li ser rêya Newala Qesabayê bi gelek wesayitên zirxkirî û TOMAyan sekinîne û nehiştine nûnerên rêxistinên civaka sivîl biçin Newala Qesabayê.
Serokên Baroyan bertek nîşanî vê rewşê dane û gotine ku ew bi israr in ji bo çûna Newala Qesabayê. Piştî nîqaşeke dûr û dirêj, serokên baroyan çûne Newala Qesabayê û li wir civîneke çapemeniyê li dar xistine.
"Divê bi girîngî were parastin"
Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlgeyî axiviye û bertek nîşanî destûra avadaniyê daye. Bîlgeyî gotiye ku hin cih ne tenê ji hêla fîzîkî, di heman demê de ji ber ku nîşaneya serpêhatiyan in û ji bo di bîra civakê de bên veşartin, cihên sembolîk in û divê bi girîngî werin parastin.
Bîlgeyî di dewama axavtina xwe de gotiye, ne tenê xizmên miriyan, hemû welatiyên li ser van axan dijîn dixwazin nasnameyên cenazeyên li Newala Qesabayê ne bên diyarkirin, li gorî rê û rêçikan xizmên wan, wan binax bikin.
Bîlge her weha diyar kiriye ku divê sûcên li vir hatine kirin bên qebûlkirin, faîlên wan derxin holê û wan dadgeh bikin û ji bo "careke din qet û qet nebe" hemû tedbîr werin standin. (EMK/FD)