Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doza Geziyê li 13êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê destpê kiriye. Di danişînê de parêzerên mafparêzan li dijî nêrîna dozger Edîp Şahîner wê parastinê bikin.
Osman Kavalayê 1634 roj in li Girtîgeha Silivrîyê girtiye bi SEGBÎSê li girtîgehê tevlî danişînê bûye.
Her weha Mucella Yapici, Çîgdemdem Mater, Can Atalay, Hakan Altınay, Mine Ozerden, Yîgît Alî Ekmekçî û Tayfûn Kahraman li salona danişînê amade bûne.
Parêzerên mafparêzên ku tên dadkirin li dijî nêrîna dozger Edîp Şahîner ku di 4ê Adarê de ji bo wan ceza xwestibû, parastinê dikin. Dozgeriyê di nêrîna xwe de ji bo Osman Kavala û Mucella Yapiciyê cezayê muebeta girankirî, ji bo Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Şerafettîn Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî ji 15 heta 20 salan cezayê girtîgehê xwestiye.
Kesên tên darizandin: Alî Hakan Altinay, Mucella Yapıcı, Ayşe Pinar Alabora, Can Dundar, Çîgdem Mater Utku, Gokçe Yilmaz, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hikmet Germiyanoglû, İnanç Emekçi, Mehmet Ali Alabora, Mine Ozerden, Osman Kavala, Can Atalay, Tayfûn Kahraman, Yîgît Aksakoglû, Yîgît Alî Ekmekçî, Henry Jack Barkey.
Kesên Gilîkar: Hukumeta 61em di nav de 746 kes. Serekê gilîkaran serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan e. Dîsa Cîgirên Serokwezîrê wê demê û wezîrên wek Bulent Arinç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekir Bozdag, Binalî Yildirim, Egemen Bagiş, Erdogan Bayraktar, Ahmet Davutoglû, Muammer Guler, Omer Çelîk, Mehmet Şîmşek, Nabî Avci, Zafer Çaglayan, Sadûllah Ergîn.
Mafparêz bi çi tên tawanbarkirin: Di îdîanemeyê de protestoyên Parka Geziyê wekî " hewldana darbeyê " tê pênasekirin. 16 (+Henry Jack Barkey) mafparêz bi "organîzekirin û fînansekirina protestoyan" tên sûcdarkirin.
“Têkildarî vê dozê ti tiştekî rast nîne”
Di destpêka danişînê de parêzer Tûgçe Dûygû Koksalê mafê axavtinê girt û weha got:
"Ji 18ê Sibata 2020an roja beraetê û vir ve di vê dozê de ti pêşketin çênebûye. Ez biguman im ku li vê derê parastina min ya devkî û parêznameya nivîskî ya ku min xiste dosyeyê çi qas li ber çavan were girtin. Ji ber ku heta niha hemû daxwazên min ên ji bo lêpirsînekê hatine redkirin.”
Piştî Koksalê, Emel Atakturk, parêzera Yîgît Alî Ekmekçîyî mafê axavtinê girt û got:
“Îddîaname û delîlên di dozê de ne rast in. Delîl bi sûcdariyan re eleqedar nîne. Îddia ne sûc in. Bersûc tên darizandin û dadger û dozger bi biryarên nayê ecibandin têvlî lêpirsînê tên kirin .”
“Tirkiye di dîroka xwe de cara yekemîn e ku ji ber ku biryarên DMMEyê pêk neanî ye rastî cezayan tê. Endamên darazê jî guhê xwe ji rexneyan re girtin e.”
“Em dizanin ku têkildarî vê dozê ti tiştekî rast nîne”
Piştî Atakturkê parêzer Hasan Fehmî Demîrî mafê axavtinê girt û got:
Li Tirkiyeyê pêvajoyeke darazî ku em dikarin jê re bêjin bedkar dest pê kir. Li Tirkiyeyê cûdahiya hêzan bi temamî ji holê rabûye. Bi ti awayî qala darazeke serbixwe nayê kirin.”
Fîkret Îlkîz, parêzerê Can Atalay, Mucella Yapici û Tayfûn Kahraman axivî û got:
“Heke hêza talîmatê ji bo dozgeriyê, bidin emniyete wê 2 hezar rûpelî zêdetir fezleke derkeve holê û îdîanameyek ji 657 rûpelî derkeve holê.
“Ti ji we beşdarî danişîna dozê ya li 30emîn Dadgeha Cezayê Giran (danişîna yekemîn a li Sîlîvriyê) nebûn. Lê em dubareyên dûbareyan dijîn. Mafê dezgehên dadgeriyê nîne ku mirovan bikin bersûc ku heman tiştan dubare bikin.”
Yek ji endamê heyeta dadgehê berendamê parlamenteriyê yê AKPyê bûye
Parêzer Evren Îşler jî di danişînê de axivî û got:
“Dema em navê endamên dadgehê li Googlê dinivîsîn em dibînin ku dadger Mûrat Bîrcan li Midiriyeta Karên Hiqûqî ya Şaredariya Bafrayê îstifa kiriye û bûye dadger. Mûrat Bîrcan di heman demê de bûye berendamê parlamenteriyê yê AKPê. Di vê dosyeyê de Erdogan mexdûr e. Ma pêwîst dike ferman were dayîn ? Yek ji endamê heyete jixwe ji wî hez dike.”
Piştî Îşlerî Koksal Bayraktar mafê axavtinê girt û têkildarî berendambûna dadger Mûrat Bîrcan ji bo parlamenteriya AKPê weha axivî, “Dadgerekî ku têkiliyên xwe yên bi lîderekî siyasî re eşkere dike, nabe ku di pozîsyona biryardayînê de be. Ev ne tiştên ku bên nixumandin in. Divê dadgeh biryarekê bide, dibe ku bi şêweyê vekişîna ji dozê yan jî vekişîna dadgerê endam be. Em we qebûl nakin. Em jî dizanin ku ev yek wê bi rewşa muwekîlê me yê 4,5 sal in girtî ye re hevrû bibe."
Dadgehê daxwaza guhertina heyete qebûl nekiriye
Lê belê heyeta dadgehê ev daxwaza weke dirêjkirina dozê nirxand û weha got:
"Daxwaza guherîna dadgehê û dadger Mûrat Bîrcan ya Koksal Bayraktar û Tora Pekinî li gorî xala CMK31/1-Cyê hat nirxandin û bi piraniya dengan ji ber ku mebest dirêjkirina dozê ye nehatiye qebûlkirin.”
Biryar
Piştî mafparêzan gotinên xwe yên dawî gotine dadgehê ji bo biryarê 45 xulek navber daye danişînê. Her weha dadgehê piştî navberê kesên ku tevlî danişînê bûne ji salona dadgehê derxistine û biryara xwe aşkere kiriye.
Dadgehê cezayê muebetta girankirî li gorî xala 312êm ya TCKyê li Osman Kavala biriye û ceza kêm nekiriye.
Li Çîgdem Mater, Can Atalay, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Yîgît Alî Ekmekçî û Tayfûn Kahraman li gorî xala 312em ya TCKyê di alîkariyê de 18 sal cezayê girtîgehê biriye û biryara girtina wan daye.
Kesên ku tevlî danişînê bûne bertek nîşan dane û di salonê de slogana “Her der Taksîm her der berxwedan e” avêtine. Dadgehê xwestiye biryara girtina mafparêzan hema cîbicî bibe.
Kî tevlî danişînê bûne?
Nûnertiyên welatan: Fransa, İsveç, Hollanda, Almanya, Belçika, DYA, İtalya, İsviçre, Îngilistan, Çekya, Danimarka û Komîsyona Ewropayê
Parlamenter: Ozgur Ozel, Ali Şeker, Sezgin Tanrikûlû, Onursal Adiguzel, Tûran Aydogan (CHP), Huda Kaya, Filiz Kerestecîglû, Mûsa Piroglû (HDP), Erkan Baş, Ahmet Şik (TİP)
Saziyên Sivîl: Pena Norveçê, Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) Emma Sinclair-Webb, Serokê TMMOBê Emîn Koramaz, Serokê Odeya Mîmaran a Stenbolê Esin Koymen.
Eger li welatek edalet, demokrasî û bawerî nebe, welat çi ye?”
Pêş danişînê ji Pen a Norwecê Caroline Stockfordê bi bîanetê re axivî û got:
"... Diviyabû ev doz ti carî nehatibûya vekirin. Em weke Pena Norwêcê me 676 rûpel lêkolîn kir û xwend. Em hemû wek hev difikirin. Her tişt çû. Bûyer veguherî şok û dramê. Ez nizanim çi bifikirim. Ez dixwazim ji serdestiya hiqûqê bawer bikim û dixwazim Osman Kavala serbest were berdan ji ber ku ev tiştekî rast e. Darizandinên adilane ji bo her kesî ye. Eger li welatek edalet, demokrasî û bawerî nebe, welat çi ye?”
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.(HA/MD/AY)