Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn destûr nedana rêvebiriya nifûsê ji bo lêkirina navê “ciwan” li zarokî û derxistina nasnameyê bi wî navî weke binpîkirin qebûl nekiriye.
Li Tirkiyeyê, ligel ku navê gelek şîrket û televîzyonên biyanî di belgeyên fermî de bi tîpên "w, x ve q" tên nivîsandin jî dema ku mijar dibe navê zarokên kurdan, tîpên alfebeya kurdî "w, x ve q" bi hinceta ku di alfebeya tirkî de tunene bikaranîna wan tê qedexekirin.
Ev qedexekirin hê jî didome û navê zarokên kurdan ên bi tîpên kurdî "w, x ve q" bi tîpên tirkî "v, g-ğ, k" tên guhertin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Abdûllah Yilmaz ku di sala 2014an de li Îzmîrê navê "Ciwan" li zarokê xwe kiriye jî bi vê qedexeyê re rû bi rû mane. Miduriyeta Nifûsê ya Qaymeqamiya Navçeya Çîglî ya Îzmîrê, bi hinceta ku ne li gorî qanûnan e navê "Ciwan" qebûl nekiriye û ji bo ku navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin, Di 4ê Kanûna 2014an de îxbar kiriye. Li ser vê dozgeriyê di 15ê Kanûna 2014an de li Yekemîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê doz vekiriye.
Dadgehê jî biryar daye ku tîpa "W" nikare di kirariyên fermî de bê bikaranîn û navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin.
Malbatê serî li Dadgeha Destûrî daye
Li ser vê bavê Ciwan Abdullah Yilmaz, serî li Dadgeha Bilind daye û biryara dadgeha herêmî îtîraz kiriye. 8emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind jî di 5ê Mijdara 2017an de biryara dageha herêmî di cih de dîtiye û biryara wê erê kiriye. Heman daîreyê, di 20ê Îlona 2018an de jî bi hinceta ku daxwazeke şênber a sererastkirina navê Ciwan tuneye daxwaza guhertina nav red kiriye. Li ser vê yeke Yilmaz, bi biryarên mînak ên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê mijarê de weke takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye.
Dadgeha Destûrî qedexe parastiye
Dadgeha Destûrî jî bi yekdengî guhertina tîpa "w" ya bi tîpa "v" ya ji bo navê Ciwan guncaw nirxandiye û biryara dadgeha herêmî û Dadgeha Bilind erê kiriye û serlêdana Yilmazî ne di cîh de dîtiye. (EMK/AY)