Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi tohmeta ku “Heqaret li Serokomarî kirine” doz li Gulsum Elvan û Samî Elvan ku dê û bavê Berkîn Elvanê di berxwedana Gezîyê de hatibû kuştin e, vekiribûn. Yekem danişîna dozê îro pêk hatiye.
Danişîn li 43emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê pêk hatiye û Sezgîn Tanrikûlû, parlamentere CHPê tevlî danişînê bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî tespîtkirina nasnameyan Samî Elvan di danişînê de mafê axavtinê girtiye û diyar kiriye ku ew li piştî gotinên xwe yên ku tê îddiakirin “heqarete”ne û gotiye, “Di qonaxa ku Serokomar, Serokwezîr bû têkildarî kuştina zarokê me gotibû ‘Ferman min da û ez li piştî fermanê me’. Ez jî li piştî gotinên xwe me. Ev ne heqaret in. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Gulsum Elvanê jî di parastina xwe de diyar kiriye ku zarokê wê 14 salî bû û li qadan weke “terorîst” bi nav kirin. Di gotinên min de heqaret tune ye. Wan heqaret li me kirin.”
Piştî parastinan dadgehê ji bo deşîfrekirina qeydên dîmenên ku tê îddiakirin “heqaret” tê de ye danişîn taloqî 25ê Çiriya Pêşiyê kiriye.
Rabirdûya dozê
Di dema çalakiyên Parka Geziyê de, Erdoganî gotibû: “Hemû kes dibêje ‘Kê ferman daye polîsan?’ Ez aşkere dikim, min ferman da.”
Piştî mirina Berkîn Elvanî, Erdoganî ev daxuyanî dabû: “Zarokekî ku rêxistinên terorê wî xistine nav xwe, di nava rêxistinên terorê de rûpoşkirî, çeqelîkek xistine destê wî, di berîka wî de xarên hesinî hene.”
Gulsum û Samî Elvanî ji ber van daxuyaniyên Erdoganî, piştî danişînên di 23yê Îlona 2020an de û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de axivîbûn û Erdogan weke berpirsê kuştina kurê xwe nîşan dabû.
Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Kagithaneyê, ji ber daxuyaniyên wan, giliyê Gulsum û Samî Elvanî li bal dozgerî kiribûn û lêpirsîna wan hatibû kirin.
Dadgehkirina Elvanan wê li 43yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de pêk were.
Çi bûbû?
Di 16ê Hezîranê de, poîsan li Okmeydaniya Stenbolê êrîşî xwenîşanderan kiribû. Berkîn Elvanê 14 salî di êrîşê de bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû û ji beriya bigihe nexweşxaneyê miribû. (AS/AY)