Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Berevaniya Rûsyayê, Sergey Şoygûyî derbarê rewşa Marîûpolê de daxuyaniyek weşandiye. Marîûpol ji meha Adarê û vir ve di bin dorpêça Rûsyayê de bû.
Li gorî nûçeya ku BBC Tirkiyê ji ajansa Interfaxê ragihandiye, Şoygûyî gotiye ku ji bilî fabrîkaya hesinan a Azovstalê hemû bajar ketiye bin kontrola wan. Leşkerên ûkraynî û sivîlan xwe spartine fabrîkayê û li wir dimînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA), Serokdewletê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtînî gotiye, "Bi ser fabrîkaya Azovstalê de negirin, li beramberî hêzên ûkraynî yên çekan berdidin, baş tevbigerin."
Pûtînî di dewama daxuyaniyê de diyar kiriye ku "Pêşniyara êrîşa li ser herêma pîşesaziyê, ez bêmane dibînim. Ez fermanê didim we ku hûn vê betal bikin."
Li gorî zanyariyên Şoygûyî dane Pûtînî, li fabrîkayê nêzîkî 2 hezar leşkerîn ûkraynî hene.
Li hêla din, Alîkara Serokwezîrê Ûkraynayê Îrîna Vereşçûkê jî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye, "Duh çar otobisên din ên veguhestinê ji korîdora mirovî boriye û ji bajêr (Marîûpolê) derketiye."
Vereşçûkê duh bi şev diyar kiribû ku hewldana wan a avakirina korîdoreke mirovî biser neketiye û Rûsya tohmet kiribû ku "agirbestê binpê dike û destûrê nade otobisên veguhestinê derbas bibin." (SD/FD)