Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Di 12ê Gulana 2021an de malbata Çalik û Keleş li dijî Malbata Dedeogûllariyî êriş pêkanîbû. Piştî êrişê derbarê 9 kesî de doz hatibû vekirin. Sêyemîn danişîna dozê li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Atîlla Kart di danişînê de axivîye û xwestiye ku lêpirsîn were berfirehtirkirin. Kart, sedema vê daxwaza xwe jî vegotiye û mînakeke daxwaznameya xwe ya ku rojek berê di doza komkujiyê ya li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hatibû dîtin de pêşkeşî şandeya dadgehê kiribû daye dadgehê.
Di berdewamê de Kart qala îtîrafên Alî Keleş û Lutfî Keleş kiriye ku êriş li xwe girtibûn û wiha domandiye: “Ev îtîraf, delîlên girîng in. Şandeya dadgehê ji bo tunekirina delîlan bingehê amade dike. Parastina hiqûqa mirovan girîng e. Her wiha parastina hiqûqa kurdan jî girîng e.”
Serokê dadgehê biryara xwe ya navberê daye ku rewşa muzekereyên di danişînên din de hatibûn nivîsandin lê nehatibûn bersivandin were pirsîn, daxwaza yekkirina dosyayan qebûl nekiriye, rewşa girtîmayîna Lutfî û Alî Keleş dê bidome û daxwaza girtina faîlên din jî qebûl nekiriye.
Danişîn taloqî 1ê Tîrmehê kiriye.
Çi bûbû?
Êrişkarên biçek di 30ê Tîrmehê de di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.(RT/AY)