Fotograf: Mustafa Yılmaz / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Bûrsayê dema wesayita gardiyanan derbas dibû bombeyek teqiyaye. Di encama teqînê de kesek miriye, 4 kes jî birîndar bûne.
Teqîn dema wesayitê gardiyan û karmendên Girtîgeha Tîpa Eyê ya Bûrsayê û ya Servekirî dibirin karî, li ser Kolana Pîşesaziyê ya rêya Mûdanyayê, li nêzîkî Taxa Yeni Karamanê bûye.
Piştî teqîna ku li ber îstasyona sotemeniyê bûye, gelek polîs, ekîbên îtfaiyeyê, Midûriyeta Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) û 112 Serwîsa Lezgîn çûne cihê bûyerê.
Gardiyanê 36 salî yê di wesayitê de miriye. 4 kes birîndar bûne ku birîna yekî/ê ji wan xedar e. Birîndar û gardiyanên din ji bo kontrolê birine nexweşxaneyan.
Sotemenî hatiye bicihkirin
Waliyê Bûrsayê Yakûp Canbolat çûye cihê teqîn lê çêbûye û wî gotiye ku êrîşek pêk hatiye û teqemenî danîne bin dîregê elektrîkê.
Canbolatî di dewama axavtina xwe de ev zanyarî dane: "Hemû hêzên me yên ewlehiyê kar dikin. Em ê hewl bidin di demeke kurt de bûyerê zelal bikin û faîlan bigirin." Li gorî zanyariya ku Canbolatî daye, di nava wesayitê de nêzîkî 30 kes hebûn.
Rojnamegerekî/ê pirsiye û gotiye bê ka kîjan rêxistinê e êrîş pêk aniye. Walî Canbolatî ev bersiv daye: "Niha di destê me de ti zanyarî nîne, dema çêbibe, em ê aşkere bikin."
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku lêpirsîna bûyerê dewa dike. (HA/FD)