Ji bo nûçeya tirkî / îngilzî bitikîne
Ozturk Turkdogan, Endamê Lijneya Damezrîner ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan(IHD) bi iddiaya ku “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. 2emîn danişîna dozê îro li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.
Di danişînê de dozger nêrîna xwe aşkere kiriye ku delîlên derbarê Turkdoganî de kêm in û tiştekî ku wî bike endamê rêxistinê nîne û xwestiye Turkdoganî bê beraetkirin.
Turkdogan û parêzerên wî parastina xwe kirine û bal kişandine ser xebatên mafê mirovan.
Heyeta dadgehê pişt re biryara xwe eşkere kiriye û ji ber kêmbûna delîlan derbarê Turkdoganî de biryara beraetê daye.
IHDyê ragihandiye ku derbarê Turkdoganî de biryara beraetê hatiye dayîn û gotiye, “Em ê dev ji parastina mafên mirovan bernedin.”
Turkdogan di danişîna yekem de wiha gotibû:
“IHD, rêxistineke civaka demokratîk e û her dem di nava saziyên civaka sivîl de cih girtiye. Bi vê doza ku li dijî hatiye vekirin re dixwazin mafparêz, komeleya me û min çavtirsandî bikin. Ez dibêm, Wezareta Kar û Barên Navxweyî ev doz li min vekiriye.
“Ez mafparêz im. Xebatên min ên qanûnî û demokratîk di îdianameyê de bûne hincet. Ez ê di xebatên mafparêziyê de dewam bikim. Divê ev bêhiqûqî bidawî bibe.”(AS/AY)