Li Wanê 101 penaber hatine desteserkirin
Ajokarê wesayitê û kesekî bi navê H.Ç. bi îdiaya karê anîna qaçaxan dike, hatine girtin.
![Li Wanê 101 penaber hatine desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/606/original/OO-12.jpg)
Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Mûradiyeyê, navçeay Wanê 101 penaberên xwestine werin Tirkiyeyê, hatine desteserkirin.
Walîtiya Wanê derbarê penaberan de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku duh (17ê Nîsanê) di saetên êvarê de kamyonek ji bo kontrolkirinê hatiye sekinandin. Di kamyonê de penaber hebûn û ew hatine desteserkirin:
“Penaber ji bo karûbarên yasayî derbarê wan de were kirin, radestî saziyên peywendîdar hatine kirin. Dadgehê ajokarê wesayitê F.Ç. û kesê bi navê H.Ç. bi tohmeta karê anîna qaçaxan dike, girtiye.” (RT/FD)