Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Careke din destûra avadaniyê dane Newala Qesaba ya ku li Sêrtê ye. Ew Newal e ku Ermenî û Keldaniyên di sala 1915ê de û di salên 1980yî de PKKyiyên di dema pevçûnan de mirine û kesên di dema desteserkirinan de hatine kuştin, li vir komî hatine veşartin.
Li gorî daneyên Serfermandariya Giştî 186, li gorî daneyên saziyên sivîl jî 300 cenaze li vir veşartîne. Niha tê plankirin ku li ser 405 donimî, vîla, sîte û cihê kirîn û firotinê ava bikin.
Heyeteke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Çarşemê (13ê Nîsanê) li Newala Qesabayê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Garo Paylan, Parlamenterê HDPyê, yê ermenî ji bianetê re behsa bertekên niştecihan û girîngiya vê qadê ya ji o ermeniyan kir.
"Li Sêrtê bi tenê ermeniyek jî nemaye"
Paylanî got ku heta sala 1915ê li Sêrtê hejmareke zêde ermenî hebûn lê piştî Qirkirina Ermeniyan jimara wan kêm bûye û îro bi tenê ermeniyek jî nîne:
“Di dema Qirkirina Ermeniyan de Newala Qesaba cihekî qirkirinê bû, mirov dikuştin û diavêtin newalê. Gelek delîl û dîroka devkî dibêjin ku bi hezaran ermenî hatine qetilkirin. Mezinên li wir, ji hin kesên din ev tişt bihîstin e û behsa vê dikin."
"Ji ber ku bi qirkirinê re rûbirû nebûn..."
“Zanyariyeke me ya zelal nîne bê ka çend ermenî li Newala Qesaba hatine binaxkirin. Em ji xebatên dîroka devkî texmîn dikin ku jimar gelek zêde ye.
Lê li Newala Qesaba ne tenê ermenî, paşê jî kurd û gelên din li vir hatine binaxkirin. Ji ber ku bi qirkirina ermeniyan re rûbirû nebûn, mirovên salên 1980 û 90î di qetlîamên girseyî de hatin qetilkirin li vir hatine binaxkirin.
"Ger em rûbirû nebin wê qetlîamên nû bibe"
“Îro jî; dixwazin li ser hestiyên gelên ku hatine qetilkirin, avahiyan çêbikin. Aqlê dewletê xwe dubare dike. Dibêjin ku hestiyên zêdetirî 350 mirovan hene, em baş nizanin, belkî zêdetir jî bin.
"Çêkirina xaniyan, hawizan, navendên kirîn û firotinê a li ser hestiyên ewqas mirovan, dewamkirina qetlîamê ye, paqijkirina şopan e. Em bi van tiştan re rûbirû nebin, dibe ku em careke din rastî qirkirinan bibin."
Paylanî diyar kir ku ji bo tiştên li Newala Qesaba rû didin em bi gelê Sêrtê re jî axivîn û gel bertekê nîşanî avadaniyê dide:
“Em behsa qadeke gelekî mezin dikin. Beşek jê yê şexsan e, lê weqif jî hene. Heta li gorî nêrîna me dibe ku dest danîbin ser erdên ermeniyan jî.
“Helbet mirov çawa bixwazin dikarin mal û milkên xwe bikar bînin, em ji vê re tiştekî nabêjin. Lê dikarin cihên ku hestî lê ne werin diyarkirin, dewlet dest deyne ser vir, hestî li gorî rêgezan werin derxistin û bidin malbatên wan û qada ku cesed lê ne bikin navendeke bîrê."
(RT/FD)