Fotograf: AA
Di 34em salvegera Komkujiya Enfalê de îro li Çemçemala Herêma Kurdistanê bernameya bîranînê pêk hatiye.
Amadekariyên vê merasîmê duh bi şev destpê kiriye ye. Li gorî amadekariyan, li Monûmenta Enfalê 35 çirax hatine pêxistin.
Rêveberê Monûmenta Enfalê, Habîl Hacî Ehmedî ji medyaya herêmî re gotiye, “Îsal bîranîna Enfalê bi fermî ji îro ve wê li Monomênta Enfalê birêve biçe. Merasîm bi pêxistina 34 çiraxan destpê kir.”
Habîl Hacî Ehmed diyar kiriye, bîranîna Enfalê “merasimeke niştimanî” ye û tevahiya xelkê Kurdistanê xwediyê wê ne. Hacî Ehmedî destnîşan kiriye ku ti mêvanek bi fermî ji bo merasîmê nehatiye vexwandin û wê di dema merasîmê de Qaymeqamê Çemçemalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xizm û malbatên Enfalkiriyan gotaran pêşkêş bikin.
Pêşangeh jî di nav Monûmentê de hatine vekirin
Ji bo merasîma bîranînê şeş pêşangeh di nav Monomênta Enfalê de hatine vekirin û bernameyên bîranînê wê 5 rojan dewam bikin.
Bi hezaran belge tên parastin
Hikûmeta Beesê di bin navê Proseyên Enfalê de û bi biryara Seddam Husênî, serokê wê demê yê Iraqê, di navbera Sibatê heta Îlona sala 1988an de li ser heşt qonaxan komkujiyek mezin di derheqê gelê Kurd de pêk anî.
Li gorî amaran, 182 hezar kes di wê komkujiyê de bûne qurbanî û 5 hezar gund hatine şewtiandin, herwiha 20 milyon ser ajal jî li Herêma Kurdistanê hatine qirkirin.
Komkujiya Enfalê ji aliyê Iraq, Brîtanya, Swêd, Norwêc û Koreya Başûr ve li dijî kurdan urdan wek qirkirin hate naskirin. Lêkolîner û siyasetmedar destnîşan dikin ku gihîştina arşîvên wê demê wê bibe mifteya nasandina di qada navneteweyî de.
Li gorî zanyariyên ku di medyaya herêmî de hatine weşandin, di sala 1991ê de zêdetirî pênc milyon rûpel, dosya û dokumentên polîsên Iraqê yên veşartî ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve hatine bi dest xistin û hemû tawanên ku Seddam Husênî di dema xwe de wek Serokê Komara Iraqê encam daye, hatine tomarkirin.
Belgeyên orjînal ji bo Amerîkayê hatin şandin û Saziya Îstîxbaratê ew dijîtalîze kirin û piştre li Zankoya Colorado-Boulder ve hatin arşîvkirin. Belgeyên orjînal û kopiyên wan, ji sala 1997ê û vir ve li wir tên parastin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di sala 1992ê de xwe gihîştande dosyayan û yek ji raporên herî girîng ên bi navê "Cenosîd li Iraqê - Kampanyaya Enfalê ya li dijî Kurdan" weşand ku bi berfirehî behsa bûyerên kampanya qirkirinê dike.
Di sala 2014ê de Navenda Arşîva Jîn a li Silêmaniyê bi merasîmekê kopiyeke belgeyan ji Zankoya Colorado-Boulder wergirt. Şanda navenda arşîva Kurdî diyar kir ku ew hêvî dikin vegerandina dosyayan bibe alîkar ji bo ronîkirina "bûyerên trajîk" ku bi serê xelkê Herêma Kurdistanê di bin desthilata Seddam Husênî de hat kirin.
Belgeyên orjînal bi temamî di Tebaxa 2020an de ji Iraqê re hatin şandin. Bexdadê nêrînên xwe li ser derxistina dokumentan ji bo raya giştî dîyar nekir ku bi hezaran malbatên Kurd hîn jî li hember tawanên dijî hezkirîyên xwe li çareseriyeke dadwerane digerin.
Kronolojiya Enfalê21ê Sibatê-18ê Adara 1988ê: Li Geliyê Cafayetiya Silêmaniyeyê bi sedan mirov hatin kuştin. 22yê Adarê-1ê Nîsana 1988ê: Gundên li herêma Qeredaxê ya Silêmaniyeyê hatin valakirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. 31ê Adarê-18ê Nîsana 1988ê: Qirqirinên li herêma Germiyana ser Diyalayê wek bûyerên herî mezin ên jenosîdê di qeydan da cî girtin. 20ê Nîsanê-5ê Gulana 1988ê: Esker, Şîwan û Agaçlara herêmên Kerkûkê û Koysancaxa bi ser Hewlêrê di hedefa rejima Beasê da bûn. 24ê Gulanê-31ê Tebaxa 1988ê: Navçeyên Şeqlewa û Rewandûzê yên li ser Hewlêrê ne, bûn hedefa rejima Beasê. Qirqirina dawîn a Enfalê di navbera 25ê Tebax û 6ê Îlona 1988an da li ser Zaxo, Amediye, Şêxan û Akreya navçeyên Dûhokê hat kirin. - Di korên komî da hestiyên kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketin Li wîlayetên Enbar, Necef û Musennaya başûrê Iraqê dikevin, gorên komî yên hatibûn tespîtkirin hatin vekirin û ji wan goran jî hestiyên hin kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketibûn û ew bi merasim hatibûn definkirin. Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê di Hezîrana 2007an da tevgera Enfalê wek "komkujî" qebûl kir û biryar da ku wê hikûmeta Iraqê tezmînatê bide malbata kesên di komkujiyê da hatine kuştin. Meclisa Iraqê jî wek "komkujî qebûl kir" Di 14ê Nîsana 2008an da Meclisa Iraqê jî tevgera Enfalê wek komkujî qebûl kir û ji bo di qada navneteweyî da jî Enfal wek komkujî bê hesibandin biryar da ku bila xebat bên kirin. Meclisa Iraqê di 14ê Nîsana 2017an da pêşnûmaya ku bila ev roj wek Roja Neteweyî ya Iraqê bê hesibandin, pesend kir. |
*Çavkanî: Medyaya herêmî - AA
(FD)