Fotograf: Gazete Karinca
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku di sala 1989ê de li Newala Qesabayê gorên komî hatin dîtin, ew der hatiye kolan. Lê bi fermana Walîtiya Sêrtê ew xebat hatine sekinandin. Ji wê rojê û vir ve ye li wê herêmê ti xebat nehatiye kirin. Wê demê 8 cenaze hatibûn dîtin lê lêkolîn li ser wan cenazeyan nehatiye kirin.
Yek ji rêvebera Şaxê Sêrtê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Evîn Çîçekê çendîn caran diyar kiribû ku li wir bi sedan cenazeyên gerîlayên PKKyê hene. Her weha rojnameger Gunay Aslanî jî di nûçeya xwe de heman tişt diyar kiribû.
Newala Qesaba heta roja me çendîn caran bi destûra avadaniyê jî di rojevê de ye. Mafparêzan gelek caran diyar kirine ku ev kar û xebatên avadaniyê yên bi kepçeyan dikin, wê zerarê bidin cenazeyan lê ev bangên wan bêbirsiv mane.
Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin, di van demên dawiyê de ji bo Newala Qesaba careke din destûra avadaniyê dane û li vir xebat destpê kirine.
Pisporê Tiba Edlî, Prof. Dr. Umît Bîçerî got ku ji bo cenaze werin dîtin û derxistin û xebatên pêwîst werin kirin, divê kar û xebatên avadaniyê werin sekinandin. Biçerî diyar kir ku divê hemû karên li vir li gorî Protokola Minnesotayê bin.
*Prof. Dr. Umît Bîçer / Fotograf: MA
"Divê standartên xebatê baş werin diyarkirin"
Bîçerî derbarê mijarê de ji bianetê re got:
"Li wir divê destpêkê herêm were parastin û kar û xebat werin destpêkirin ku ew jî divê li gorî Protokala Minnesotayê yan jî li gorî rê û rêbazên Xaça Sor a Swîsreyê bin. Ji ber ku di bûyerên wiha de yên dewlet tên sûcdarkirin an jî tê îdiakirin ku dewlet berpirsiyar e, divê lêkolîn li gorî bendewariyên civakî bên kirin û standartên zanistî, etîk û qanûnî yên van lêkolînan baş werin diyarkirin. Dema lêkolîn destpê kir, divê bi hejmareke têr û tijî pispor li wir hebin û zanyariyên wan jî têrê bike. Ger dewlet vê berpirsiyariyê bide ser milê xwe, divê li wir qet nebe wekîlên kesên tê îdiakirin ku hatine kuştin/mirine, ew nebin jî pisporên ku wê wekîlên wan nîşan bidin, divê beşdarî van xebatan bibin. Di qonaxa bicihkirin, nirxandin, gotûbêjkirin û raporkirina van qebatan de divê ev pispor bikaribin beşdar bibin.
"Li hêla din, divê ev pêvajo bilez û bez be. Ji ber ku derxistina holê yarastiyên mirov li bendê ne û qedandina xebatên bi wan ve girêdayî, hêja ye. Ji ber ku divê hesta baweriyê neyê jinavbirin.
"Ji hêla tiba edlî jî, dema ew cenaze hatin derxistin, pêwîstî bi laboratûarekê û ekîbeke pispor heye ku bikaribin lêkolînan li ser wan cenazeyan bikin."
"Di vê pêvajoyê de divê hurmetê nîşanî miriyan û xizmên wan bidin"
"Divê di vê pêvajoyê de ji serî heta binî hurmetê nîşanî miriyan û xizmên miriyan bidin. Ji ber ku dem bi dem li Tirkiyeyê dema tiştên li cenazeyên hatine derxistin tên kirin û dema wan dişînin ji malbatên wan re, tên bîra me. Li vir tiştê girîng ev e, dema bixwazin pirsgirêkeke ku tê îdiakirin di bin berpirsiyariya dewletê de ye, çareser bikin divê li gorî hiqûqa navnetewî ev kar were kirin. Standartên tiba edlî jî divê li gorî pîvanên ku Neteweyên Yekgirtî diyar kirine û li gorî sînorên DMMEyê ji hêla hiqûqî ve danîne werin pêk anîn ku Biryarên Jordanî û Peymana Derbarê Windayan de ev dokumanên hiqûqî ne. Ji bilî van sînoran, divê neyê jibîrkirin ku xebatên tiba edlî ne tenê xebatên teknîk in. Divê alîkariyê bike ku rastiya mirî li bendê ne derkeve holê. (FD)