Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskar Ergun Poyraz li pêş mala xwe ya ku li Kûşadasiyê ye rastî êrişê hatiye.
Hatiye zanîn ku Poyrazî di serê xwe de derbe xweriye, rewşa wî xirabe û xeterî li ser jiyana wî heye.
Piştî êrişê Poyrazî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Fehîme Faîk Kocagozê ya Sokeyê di beşa nexweşên giran de derman dibe.
Li gorî îddiayê êrişkarên ku hatine pêş mala Poyrazî gotine, “Em bi şaşî li wesayîta we ketine hûn dikarin bê xwarê” û Poyrazî li mal anîne derve. Piştre jî lêdane û bi wesayîtê bi ser re derbas bûne.
6 kes hatine desteserkirin
Piştî bûyerê polîsan ji bo ku êrişkaran zeft bike xebat daye destpêkirin.
Di encama operasyonên ku li Soke û Kûşadasiyê dane destpêkirin de 6 kes hatine desteserkirin.
Poyrazî têkildarî îhaleya Şaredariya Kusadasiyê nameyekî agahdarkirinê nivîsîbû. Poyraz di nameya xwe ya agahdarkirinê de, der barê şîrketa avahîsaziyê ya bi navê ZBTê de ku 15 ji 17 îhaleyên dawî yên şaredariyê wergirtiye, hin îdîa anîbû ziman.
Hatiye zanîn ku ji kesên hatine desteserkirin T.B., û Z.B., rêveberên vê şîrketê ne.
(HA/AY)