Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5an 60 gardiyanan îşkence li girtiyan kirine û 6 girtiyan xwestiye xwe bikujin.
Piştî ku ji Komeleyê re hatiye gotin ku li girtîgeha navborî girtiyan hewl dane xwe bikujin û daxwaz bûye ku ew biçin li girtîgehê lêkolînê bikin, duh çûne Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5an. Komeleyê ji Wezareta Dadê daxwaz kiriye ku derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.
“Wezareta Dadê divê zelal bike”
Di daxuyaniya Komeleyê de behsa van zanyariyan hatiye kirin:
“Hin îdia hatine ber guhê me ku di 6ê Nîsanê de 60 gardiyan ketine qawîşa girtiyên edlî û şîmaqek li girtiyekî dane, ji heman girtiyî re gotine 'derkeve derve, em ê bi te re biaixivin' û gef lê xwarine, bi vê re xirecir derketiye û rewşa girtiyekî nexweş xirab bûye.
“Li gorî heman îdiayan, piştî bi rojekê ango di 7ê Nîsanê de jî, di navbera saet 12.00-13.00ê de nêzîkî 60 gardiyan hatine heman qawişê; midûrî girtîgehê jî li gel wan bûye û midûrî ji girtiyan re gotiye 'em ê ji we re fîlmî bikişînin' û gef li wan xwariye, gardiyanan li 6 girtiyan dane û îşkence li wan kirine û piştî vê îşkencekirinê girtiyekî hewl daye bi benê pêlava xwe li bexçeyê xwe bikuje; gardiyan an jî xebatkarên tenduristiyê yên dîtine girtî dixwaze xwe bikuje midaxele nekirine, hevalên wî yên qawişê midaxele lê kirine.
“Her weha hatiye ragihandin ku paşê, roja 8ê Nîsanê, danê sibê, saet li derdora 10.00-11.00ê de 6 girtiyan nêzîkî 40 hep vexwarine û xwestine xwe bikujin; ji bo girtiyên din ji malbatên xwe re behsa vê mijarê nekin telefonkirin li wan qedexe kirine.
“Herî dawî bi qasî di çapemeniyê de hatiye nivîsandin, hatiye îdiakirin ku girtiyekî li vir piştî xwe kuştiye cenazeyê wî birine Êlihê, me ev ji rayedarên girtîgehê pirsî lê me ti zanyarî bidest nexisin.
“Li girtîgeha Sîlîvriyê ya hejmara 5an him qedexeya îşkencekirinê him jî mafê jiyanê tên zêde zêde tên binpêkirin. Em ê vê mijarê bişopînin lê berpirsiyariya zelalkirina van îdiayan a Wezareta Dadê ye. Loma em bang li Wezareta Dadê dikin ku van îdiayên derbarê ewlehiya girtiyan û binpêkirinên mafan de bilez û bez daxuyaniyê bidin.”
ÎHD: Du girtî mirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bang li Wezareta Dadê kiriye û xwestiye ku derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.
Komeleyê her weha diyar kiriye ku du girtî mirine. (AS/FD)