Li Bedlîsê di qezayeke trafîkê de 4 penaber mirine
25 penaberên birîndar, birine nexweşxaneyan.
![Li Bedlîsê di qezayeke trafîkê de 4 penaber mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/319/original/bedlis.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Elcewaz, navçeya Bedlîsê mînîbusekê qeza kiriye ku penaber rêwiyê wê bûn. Di encama qezayê de 4 penaber mirine, 25 penaber jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, mînîbusa ku Ûgûr T. ajovanê wê bû û plakeya wê 46 D 6769 e, li nêzîkî gundê Bahçedereyê li bin guhê komeke axê ketiye û gêr bûye.
Di encama qezayê de 4 penaber mirine, ajovan jî di nav de 25 kes jî birîndar bûne.
Piştî ku agahî dane, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendermeyan çûne cihê ku qeza lê bûye.
Li cihê qezayê kontrola birîndaran kirine û paşê ew bi ambulansan birine nexweşxaneyên li Elcewaz, Xeat û Tetwanê.
(HA/FD)