Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî Projeya Nexşeya Ziman ya Navenda Lêkolînê ya Rawestê û Navenda Xebatên Kurdî ku li bajarên Amed, Riha û Mêrdînê pêkaniye, Kurd dixwaz in ku zimanê wan weke duyem zimanê fermî were qebûlkirin û di şaredariyan de bi kurdî xizmet were dayîn.
Encamên ‘Projeya Nexşeya Ziman’ ya Navenda Xebatên Kurdî û Şîrketa Lêkolînê ya Rawestê bi hev re bi rê ve biriye, aşkere bûye.
Di çarçoveya projeyê de li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê bi 5 hezar û 96 kesan re(ji sedî 79 Kurmanc û ji sedî 9 Zaza/Kirmanc û ji sedî 11 Ereb bûye) hevdîtin hatiye kirin.
Armanca Projeya Nexşeya Ziman ewe ku di forma barometreya ziman de, bi awayekî periyodîk şopandina bikaranîna ziman û avakirina daneyan, dîtina daxwazên derbarê ziman û parvekirina van daneyan de ji raya giştî re parve bike ye.
Li gorî encama lêkolînê Kurd dixwaz in ku zimanê wan weke duyem zimanê fermî were qebûlkirin û di şaredariyan de bi kurdî xizmet were dayîn.
Di rapirsiyê de li heremên ku kurd dijîn ji sedî 73,8’ê wan dixwazin ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdeya fermî. Rêjaya daxwaza kesên ji bilî zimanê tirkî zimanê din jî ders bê dayîn jî sedî 79,8 e. Ji sedî 80,8 dixwazin ku di şeradayariyan de xizmet bi zimanê kurdî bê dayîn.
Di encama rapirsiyê de ev xal derketine pêş:
* Mijara zimanê zikmakî dê demên pêş de peşî li sîyasetmedarên kurd veke.
* Dixwaza kurdan a hevpar û herî girîng zimanê zikmakî ye.
* Dixwaza zimanê zikmakî her diçe zêdetir dibe lê ew daxwaz bêrêxistin e.
* Hilbijêrên ku herî zêde bi kurdî diaxivin HDP’ î ne.
* Her çiqas karina axaftin û fêmkirina zimanê zikmakî zêde be jî, di jiyana rojane de axaftina ziman lawaz e.
* Rêjeya zanîn û axaftina ziman di nava mêran de ji ya jinan zêdetir e.
* Axaftina ziman li navenda bajaran ji gundan kêmtir e.
(RT/AY)